Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayika Xezal ev 80 sal in karê xwe didomîne

Tevn û teşî du pîşeyên kevnar in. Beriya bi hezaran salan teşî bi destan û bi alavên hêsan ji bo çêkirina pêdiviyên sereke yên jiyana rojane wekî çêkirina xaliyên malan, konên beriya avakirina malên axî û amûrên din ên xemilandina malê, hatiye bikaranîn.

Di vê pîşeyê de amûrên hêsan tên bikaranîn. Beriya ku dest bi çêkirina palasan bikin, rîs teşî dikin û vediguherînin dezî yan jî deziyê amade bi kar tînin. Çalakiya veguherandina rîs ji bo dezî bi rêya teşiyê pêk tê. Destpêkê amûra ‘nol’ datînin û 2 textan li jêr û jor datînin ser. Piştre dezî bi rengên xweşik bi her du textan ve tên girêdan û bi rêya devşikê dezî ji hev tên derxistin. Piştre bi ‘qoçê xezalê’ tên kutandin û bi deziyên zêde çînên palasê tên neqişandin. Bi vê rengî palas amade dibe.

Zêdetirî 80 sal in heman karî dike

Dayika Xezal Elî Mutleq ji şêniyên gundê Heso Retlê yê li başûrê navçeya Tirbespiyê ye. Dayika Xezal 100 sal î ye lê belê tevî vê yekê jî hîna pîşeya xwe ya çêkirina palasan berdewam dike. Dayika Xezal zêdetirî 80 sal e vî karî dike û ji çavkaniyeke debarê zêdetir, karê xwe wekî karekî folklorîk dibîne. Dayika Xezalê gelek jinên gund fêrî vî karî kirine. Gelek ji wan jinan ji ber temenê xwe dest ji kar berdane, lê dayika Xezal hê jî berhemdariya xwe berdewam dike.

Ji dayika Xezalê hînî kar bûn

Xezne Ebbas (80) ku yek ji jinên li ber destê dayika Xezalê fêr bûye wiha dibêje: “Ji dema ku min çavên xwe li jiyanê vekirin heta niha dayika Xezal karê tevnê û çêkirina palasan dike. Ez  û gelek jinên gund ji dayika Xezalê fêr bûn lê belê êdî em nikarin mîna wê bixebitin.”

Daxwaza wê mayîndebûna karê wê ye

Dayika Xezal jî ji dayika xwe fêrî vî karî dibe. Dayika Xezal dibêje ku çêkirina konan û palasên malê wê demê ji pêdiviyên jiyanî bûn. Tevî ku çêkirina palasan ji ber kargehên çêkirinê û keda mezin ku ji bo çêkirina wan tê xwestin bi paş ket jî lê belê dayika Xezal pîşeya xwe berdewam dike û hêvî dike ku vê karê kevnar di civakên kurd û ereb de mayînde bike.

Dayika Xezal zêdetirî 100 salan jiyaye û zêdetirî 100 neviyên wê hene. Ew her 3 rojan xaliyekê çêdike û bi rêya kar tenduristiya xwe diparêze.

Çavkanî: Rênas Remo- Mehmet Ekîncî/ QAMIŞLO-ANHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar