Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayika Yuksek: Sedama zarokên me Erdogan e

Dayika Sîraç Yuksek ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîn Emşa Yuksek diyar kir ku divê demildest ev tecrîd rabe û wiha got: “Ji bo ku mirov nemirin, divê hemû kes deng derxîne. Ji ber vê bêdengiyê mirovên me dimirin. Kurê min çû, bila tu zarokên din neçin.”

Girtiyê 23 salî Siraç Yuksek ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Osmaniyê çalakiya canbexşane pêk anî û şehîd bû, di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê yek ji kesên ji bajêr hatibûn derxistin bû. Yuksek bi 53 kesan re li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dihat darizandin û 76 caran cezayê muebeta giran jê re dihat xwestin. Yuksek di dema darizandinê de her tim îşkenceya li wî hatibû kirin vedigot û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan şermezar dikir. Yuksek ê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de bû, bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan çalakiya canbexşane pêk anî û şehîd bû.

Dayika Siraç Yuksek, Emşa Yuksek diyar kir ku di hevdîtina telefonê ya herî dawî bi kurê xwe re kir de, kurê wê jê re gotiye bila malbatên girtiyan xwe xemgîn nekin û wiha axivî: “Kurê min nexweş bû. Ji ber ku li Girtîgeha Osmaniyê bû, 3-4 mehan carek min dikarî biçim hevdîtina wî. Nexweşiya giran a kurê min hebû. Lê ligel vê yekê jî girtîbû. Ez bêdengiya raya giştî rexne dikin. Bila hemû kes deng derxînin. Divê tiştek bê kirin. Bila êdî mirov nemirin. Ji bo ku kes nemire, divê hemû kes deng derxînin. Ji ber vê bêdengiyê mirov dimirin. Kurê  min çû, bila zarokên tu kesên din neçin.”

‘Divê demildest tecrîd rabe’

Dayik Yuksek da zanîn ku ew naxwaze girtî dawî li jiyana  xwe bînin û wiha bilêv kir: “Divê demildest tecrîd rabe. Zarokên me ji bo vê xwe dişewitînin. Kurê min ev sê salin di zindanê de bû. Tiştek nemaye ku nehatiye serê wî. Ji ber îşkence û zextên lê hatin kirin, ket vê rewşê. Niha jî wan ber bi mirinê ve dibin. Ew kesên îşkence bi wan kirin, divê li ser xwe bi hizirin. Ez ji vê derê bangî Erdogan dikim, wî çawan kezeba min şewitandin, hêvî dikim ku cigera wî jî wisan bişewite. Ji bilî vê tiştek din nabêjim. Sedama zarokên me ew e.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar