Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Dayika Zeyneb qala hevdîtina xwe ya bi Ocalan re kir

Welatiya efrînî Zeyneb Omer ku di salên 90’î de Ocalan dîtiye, diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji wan xwestiye ku parastina doza xwe bikin û xiyanetê red bikin

Di salên 90’î de bi hezaran pêkhateyên Rojava ji fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûdewar bûn ku banga azadiya civakê û vîna jinan dikir.

Ji kesên ku di wê demê de bi Rêber Ocalan re rûniştine, yek jê dayika Zeyneb Omwe (60) a ji gundê Rehmaniya ya navçeya Mabatayê ya kantona Efrînê ye.

Zeyneb Omwe cara yekemîn di sala 1991’an de bi Rêber Ocalan re dema diçû Lubnanê, hevdîtin pêk aniye û têkildarî hevdîtinê de dayikê wiha got: “Li Akademiya Mahsûm Korkmaz hevdîtina min bi Rêber re çêbû. Di wê demê de Rêber behsa dayika xwe Ûveyş û wesiyeta wê dikir ku ruhê welatparêzî û wêrekiyê jê girtiye, heta gihaşt asta Rêbertiyê. Rêber kûrahiya fikirên rizgariya Kurdistanê destnîşan kirin ku banga mafê gelan û fikrekî azad dûrî pergalên desthilatdar dike. Her wiha diyar kir ku dê dewlet dijminatiya me bikin û êrîşî me bikin û li dijî me komployan li dar bixin. Ev yek îro ji êrîşên li dijî herêmê û hedefgirtina Rêber Abdullah Ocalan diyar dibe.”

Dayikê gotinên Rêber Ocalan bi bîr xistin û ev tişt anî ziman: “Rêber di axaftina xwe de, destnîşan kir ku şerê mezin dê li hemberî dewleta tirk be. Ji ber ku astengiyên çareserkirina doza me li Tirkiyeyê ye.”

‘Baweriya min bi gelê Efrînê mezin e’

Piştî ku dayika Zeyneb sala 1992`yan de vediger Helebê, tevî xebatan dibe. Di salên 1993 û 1994`an de dema Ocalan civînekê li Helebê çêdike, dîsa pê re rûdine.

Dayikê wiha behsa wan kêliyan dike: “Rêber Abdullah Ocalan di civîna duyemîn de têkildarî serdana wî ji bajarê Efrînê axivî û destnîşan kir ku şêniyên Efrînê berxwedêr in û xwedî giyanê têkoşînê û welatparêziyê ne. Wê demê ji me re teqez kir ku baweriya wî bi efrîniyan heye ku dê tev li şoreşa rizgarkirina Kurdistanê bibin. Ji me re got `Baweriya min bi şêniyên Efrînê mezin e, dê mohra xwe deynin ser şoreşê lê dibe ku dem hinek dereng be, lê dîsa helbet dê bi ser bikevin`. Me destanên lehengiyê yên ciwanên Efrînê di Berxwedana Serdemê de dîtin. Bi hezaran kes tev li YPG û YPJ’ê bûn da ku axa xwe biparêzin.”

Her wiha dayika Zeyneb da xuyakirin ku Rêber Abdullah Ocalan ji wan xwestiye ku parastina doza xwe bikin û xiyanetê red bikin û wiha domand: “Em li gorî fikir û felsefeya wî meşiyan, me cîgera xwe ji bo parastina welêt kir feda.”

Her wiha dayika Zeyneb Omer ku niha di komîneke taxa Şêxmeqsûd a li Helebê de cih digire, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîn ne tenê ya çînekê ye, lê belê hewldana gelê azadîxwaz e ku jê bê par maye.” HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar