PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dayika Zulkuf Gezen: Ez bi kurê xwe serbilind im

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Piştî ku hevdîtin bi Ocalan re hatin kirin, çalakî di 26’ê gulana 2019’an de bi dawî bû. Di çalakiyê de 7 girtiyên siyasî çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van jî girtiyê siyasî jî Zulkuf Gezen bû. Gezen di 17’ê adara 2019’an de li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê çalakî kir û jiyana xwe ji dest da. Bi boneya salvegera bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê, dayika wî Havva Gezen ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surme re axivî.

Havva Gezen diyar kir ku kurê wê di sala 2007’an de tev li xebatên partiyê bû û wiha got: “Ji heval, hogir û cîranên xwe re pir baş bû. Hêj 18 salî bû ku hate girtin. Li girtîgeha Amedê ji me re digot; ‘Hûn li malê çi disekinin? Hûn çima tev li tevgerê nabin?’ Ji hevalên xwe hez dikir û dixwest barê wan hilgire. Pişt re veguhestin girtîgeha Gîresûnê û ji wir jî birin Enqereyê. Herî dawî jî veguhestin Tekîrdagê. Ew der cihê herî zehmet bû. Zextên li ser girtiyan zêde ne. Lê belê çi dikin bila bikin em ê dest ji doza xwe bernedin. Em bi şehadeta lawê xwe re hîn bêhtir bi doza wî re hatin girêdan. Em ê têkoşîna wan bidomînin.”

‘Em bi lawê xwe serbilind in’

Dayika Gezen da zanîn ku girtî ji bo parastina mafê xwe, ji bo doza ziman, maf û serokê xwe dest bi çalakiyê kirin û wiha domand: “Gotin; ‘Heya em sax bin em ê li pey serokê xwe bin.’ Lawê min ji bo azadiya gel çalakî kir. Em pê serbilind in. Bi hezaran mirovên wekî wî hene. Divê em destê xwe bidin destê hev û serokê xwe ji wir azad bikin. Heyfe êdî. Ciwanên me dikevin axa sar. Divê tişta ji destê me tê êdî em bikin. Em li girtî û şehîdên xwe xwedî derkevin û bibin yek da ku mafê xwe bistînin. Dema hevdîtin bi Serok re tên kirin em xwe bêhtir azad hîs dikin. Em dixwazin ku her tim bi Serokatiyê re hevdîtin bên kirin.”

Çalakiyên greva birçîbûnê

Çalakiya greva birçîbûnê di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Girtîgeha Amedê dest pê kir. Piştre jî zêdetirî 3 hezar girtiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Çalakî di roja 200’emîn de li ser banga Ocalan bi dawî bû. Di 20’ê sibatê de welatiyê bi navê Ugur Şakar li bajarê Krefeld ê Almanyayê çalakiya xweşewitandinê kir û di 22’yê adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi heman boneyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê û Medya Çinar (24) jî di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiya siyasî Yonca Akici di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê siyasî Sîraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Osmaniyeyê û Mahsûm Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakî kirin û jiyana xwe ji dest dan. AMED

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar