Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayikan çav bi hêsir wehşeta polîsan vegot

Dayikên ku li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê rastî êrîşa polîsan hatin, êrîşa polîsan weke ‘wehşet’ pênase kirin. Dayika Zeynep Bayar kêliyên êrîşê bi çavên tejî hêsir wiha vegot: “Min nedikarî bimeşim. Ditirsiyam ku bikevim û cihekê min bişikê û nekarim tev li çalakiyê bibim.”

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Rewşa girtiyan her ku diçe xerab dibe. Ji bo xwedîderketina li çalakiya zarokên xwe û bal kişandina ser rewşa wan, dayikên girtiyan di 9’ê nîsanê de li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Lê dayik her tim rastî astengî û êrîşa polîsan tên. Herî dawî jî di 19’ê nîsanê de polîsan bi jopan êrîşî dayikan kir û dîmenên vê êrîşî di qada civakî de jî rê li ber bertekên mezin vekir. Dayikên ku rastî êrîşê hatin der barê êrîşê de bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.

Yek ji van dayikan jî Zeynep Calihan e. Du zarokên dayika Zeynep di greva birçîbûnê de ne. Dayika Zeynep têkildarî êrîşa polîsan wiha got: “Em ji 9’ê nîsanê ve rastî êrîşa polîsan tên. Em rûniştibûn. Polîs hatin û tundî li me kirin. Piştre jî bi ava şid êrîş kirin. Li ser vê yekê me jî berê xwe da kuçeyê. Li cem me dayikeka ku nedikarî bimeşe hebû. Me bi destê wê girt û em hêdî dimeşiyan. Polîsekî li me qîriya û got; ‘Madem hûn nikarin bimeşin hûn hatine çi? Çi karê we li vir heye?’ Me guh nedayê û em meşiyan. Vê carê hat û bi jopan em dehf dan. Dengê xwe li me bilind kir û heqaret kir. Demek dirêj em dehf dan.”

‘Zarokên me mafdar in’

Dayika Zeynep daxuyand ku polîs çi dikin bila bikin ew dê biçin wir û wiha domand: “Zarokên me mafdar in. Zarokekî min li Şakranê û yê din jî li Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye. Dema diçim serdana yekî, nikarim ê din bibînim. Ma ev edalet, heq û hiqûq e? Bang li serokomar Erdogan û Emîn Erdogan dikim; ‘dibên bihûşt di bin piyê dayikan de ye’ lê me bi erdê re kaş dikin.”

‘Çareserî bi qebûlkirina daxwazên girtiyan pêkan e’

Dayika Hanîfe Bayar jî êrîşa polîsan weke ‘wehşet’ pênase kir û da zanîn ku ew ji bo ku zarokên wan nemirin diçin ber girtîgehê. Dayika Hanîfe bang li Erdogan û rayedarên dewletê kir ku dawî li tecrîdê bînin. Yek ji dayikên rastî êrîşê hatî jî dayika Zeynep Bayar bû. Dayika Zeynep dema ku kêliyên êrîşê vedigot rondik ji çavên wê dibariya û ev tişt anî ziman: “Min nedikarî bimeşim. Lê polîs tim bi jopan em dehf didan. Ditirsiyam ku bikevim. Min digot ez bikevim dê cihekî min bişikê û ez ê nikaribim tev li çalakiyê bibim. Çi dikin bila bikin em ê dîsa bên. Çareserî bi qebûlkirina daxwaza çalakgeran pêkan e.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar