Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor

Dayikên ku di çarçoveya Roja Dayikan de li Nisêbînê hatin gelhev, bertek nîşanî êrîşên AKP’ê yên bi hevkariya PDK’ê dan û ev bang kirin: “Divê dayik biherikin ser sînor.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya Roja Dayikan de li Taxa Yenîşehîr a Nisêbîna Mêrdînê çalakiyek li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar, Dersîm Dag, Nûran Îmîr, Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û gelek dayikên ku ji Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Amed û Sêrtê hatin tev li çalakiyê bûn. Pankarta “Heta rojên azad ava bikin, emê tekoşîna xwe bidomînin” û pankarta Meclisa Ciwanên HDP’ê ya nivîsa “Dayikên tekoşer rûmeta me ne” li ser dinivîsî hatin daliqandin.

Li qada ku çalakî lê hat lidarxistin dayikan dirûşmeyên “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana dayikan” berz kirin. Di çalakiya bi rêzgirtinê dest pê kir de, dayikan sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin.

Di çalakiyê de bi boneya Roja Dayikan helbesta “Dayika Delal” hate xwendin.

Rêvebera MEBYA-DER’ê Meryem Soylû, Roja Dayikan pîroz kir û wiha got: “Dayik îro li bendê ne ku zarokên wan roja wan pîroz bikin. Lê dayik nikarin bigihin zarokên xwe. Ev pergal destûr nade ku zarok bigihin dayikên xwe. Dayik di rojeke wisa de nikarin biçin ser gorên zarokên xwe jî. Lê çi bikin bila bikin, dayik dê li cem zarokên xwe bisekinin.”

Soylû, bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistanê dane destpêkirin da û wiha berdewam kir: “PDK îro çiyayan bombe baran dike, zarokên me qetil dike. Barzanî zarokên me bombebaran dike. Tu şerm nakî?”

Piştî axaftinê sînevîzyona li ser têkoşîna li dijî şer a dayikên aştiyê û dayikên laçik spî hate nîşandan.

Li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê jî Esmer Çikmaz axivî û qala girîngiya Roja Dayikan kir. Çikmaz bertek nîşanî gefên li berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran hatin xwarin kirin û bi lêv kir ku ev êrîş li dijî hemû jinan hatiye kirin. Çikmaz, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê jî wiha got: “Em naxwazin xwîn bê rijandin. Heta kengî wê ev êş bên jiyîn. Divê dayik biherikin ser sînor û vî şerî bidin sekinandin. Bila êdî cenazeyên zarokên me neyên. Me gelek êş kişandin êdî bes e. Bila lanet li PDK’ê were. Di navê wê de Kurdistan heye, ma şerm nake? Divê demildest ji vê xeletiyê bê vegerandin. Îro em bin wê sibê dor bê wan. Bila vê ji bîr nekin.”

Nazîfe Yîgît ku di Nobeta Edaletê cih digire jî diyar kir ku 6 meh in daxwaza edaletê dikin û wiha got: “Bila ev xwîn bisekine, daxwaza me ev e. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Yekane daxwaza me, azadî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar