Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayikan li qadan banga hiqûqê li wezareta dadê kir

Malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê li Mêrdîn, Riha, Edene û Amedê daketin qadan û xwestin ku di zûtirin dem de dawî li tecrîdê bê. Dayikan bang li wezareta dadê kir ku gavên şênber biavêje û pêşî li mirina zarokên wan bigire

Bi hezaran girtiyên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Her wiha 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê. Rojiya mirinê ya koma yekemîn di roja 20’an û ya koma duyemîn jî di roja 10’emîn de didome. Malbatên girtiyan jî li Mêrdîn, Riha, Edene, Amed û gelek deverên daketin qadan û xwestin balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe.

Di vê çarçoveyê de dayikên girtiyan û endamen Meclisa Dayikên Aştiyê li pêş avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Qoserê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Guney amade bûn. Dayikan bertek nîşanî dorpêça polîsan dan û gotin ku dema zarokên wan birçî ew nikarin li malên xwe rûnin. Malbatan destnîşan kir ku dê heta dawiyê piştgiriyê bidin zarokên xwe. Dayikan daxuyand ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Li dijî astengkirinên polîsan, dayikan dirûşmên ‘bijî berxwedana zindanan’ berz kir. Dayikan xwest ku tecrîd bi dawî bibe û zarokên wan nemirin. Piştî axaftinan, dayikan 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist û derbasî avahiya HDP’ê bûn.

Naxwazin zarokên wan bimirin

Dayikên girtiyan ên Rihayê jî çalakiya xwe ya li avahiya HDP’ê ya Rihayê di roja 11’emîn de didomînin. Dayikan daxuyaniya wezîrê dadê bi bîr xist û got; ‘madem we qedexe rakir û di hêla hiqûqê de pirsgirêk nîne, çima hevdîtin pêk nayên? Heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya me bidome. Divê tu kes mirinê temaşe neke û divê dengê xwe derxînin.’ Dayikan banga piştgiriyê kir û gotin ku naxwazin cenazeyên zarokên wan ji girtîgehand derkevin.

Bang li Kiliçdaroglu kirin

Li Edeneyê jî malbat û dayikên girtiyan tevî parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari û rêveberên HDP, HDK û TUAY-DER’ê, li li Parka Îsmet Înonu çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dayikan di çalakiyê de dirûşma ‘bijî berxwedanan zindanan’ berz kirin û bertek nîşanî bêdengiya hikûmetê dan. Dayikan diyar kir ku ew dixwazin êdî êş û mirin bi dawî bibe. Dayikan bang li serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî kir ku li dijî mirinan bêdeng nemîne. Herî dawî jî dayik bi dirûşman derbasî avahiya HDP’ê bûn.

Dorpêça bi toma û polîsan

Dayikên Laçik Spî yên Amedê di roja 19’an de li pêş Aşê li rex Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê kom bûn. Di daxuyaniyê de parlamenterên HDP’ê Saliha Aydenîz, Semra Guzel, Hişyar Ozsoy, Remziye Tosun û Mûsa Farisiogullari  jî amade bûn. Polîsan gelek toma û wesayît li derdora dayikan kom kirin û dayik dorpêçkirin. Di vê navberê de polîsan nehişt ku rojnameger dîmen û wêneyan bikişînin. Di çalakiyê de dayikan dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Amed ranezê deng bide zindanan’ berz kirin. Piştî rûniştina saetekê jî dayik ber bi avahiya TUAY-DER’ê ve meşiyan. Dayikan li TUAY-DER’ê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dayikan ji wezareta dadê xwest ku gavên şênber biavêjin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar