Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Dayikan qedexe nas nekir: Qadên 1’ê Gulanê bi laçikên spî xemilîn

Cejna 1’ê Gulanê li Amed û Stenbolê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Li Amedê tevî qedexeya walîtiyê jî, dayik û malbatên girtiyan bi laçikên xwe yên spî daketin qada mîtîngê û dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Li Stenbolê jî bi sedhezaran kes ji sê aliyan û bi coşeke mezin daketin qada mîtîngê

1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li bakurê Kurdistanê bi tevlêbûna bi sedhezaran tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de di serî de li Amed û Stenbolê, hema hema li hemû bajaran karker û kedkar daketin qadan û Cejna 1’ê Gulanê pîroz kirin. Di 1’ê Gulanê de dayikên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de, jî bi laçikên xwe yên spî daketin qadan. Lê laçikên spî ku di nava gelê kurd de weke sembola aştiyê tê zanîn, li Amedê rastî qedexeya polîsan hat.

Li Amedê mîtînga 1’ê Gulanê ji aliyê KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Bijîşkan a Amedê ve li Qada Îstasyonê hat lidarxistin. Qada mitîngê bi pankartên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Em ji bo aştî, kar û kedê li qada ne’, ‘Aştî pir li Amedê tê û dê bihar li Amedê aj bide’  û ‘Em ê dawî li serweriya heramiyan bînin’ hat xemilandin. Bi hezaran kes di kortejên de meşiyan û di dema meşê de dirûşm berz kirin. Polîsan bi hinceta ku walîtiyê qedexe kiriye, nehişt ku dayikên bi laçikên spî bikevin qada mîtîngê. Lê piştî nîqaşên dirêj, dayik û malbatên girtiyan bi laçikên xwe yên spî û dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’, ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Bijî Yek Gulan’ daketin qadê. Li qada mîtîngê jî dayikan dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kir.

‘Karker û kedkar dê faşîzmê têk bibin’

Di mîtîngê de Serokê Komîteya Amadekar Hasan Hayrî Eroglu axivî û hemû karker û kedkar silav kirin. Eroglu da zanîn ku ji bo edalet, mafê jiyanê, ked, azadî û siberojek xweş a zarokan pêdiviya wan bi piştevanî û hevgirtinê heye. Ji komîteya amadekar Esra Adem jî dayikên aştiyê û girtiyan silav kir. Adem got ku di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û karker û kedkar dê faşîzmê têk bibin. Pîrozbahiya li Amedê didome.

Li Stenbolê coşa 1’ê Gulanê

Li Stenbolê jî bi sedhezaran kes bi pankartên ‘Em bajarekê weke mirovan lê bijîn dixwazin’, ‘Gel li dijî birçîbûn û xizantiyê ye’, ‘Em sîmît çay naxwazin em cîhanê dixwazin’ û bi dowîzên ‘Em ê fatûreyên krîzê nedin’ û ‘Li dijî pergala tecawîza zarokan pêş xist, bêdeng nemîne’, ji sê aliyan ve ber bi Qada Bazarê ya Bakirkoy a Stenbolê ve meşiyan. Girse bi coşeke mezin daket qadê.

Hevserokên HDP’ê jî tev li meşê bûn

Beriya mîtîngê HDP, HDK, KESK, gelek partiyên siyasî û saziyên civaka sîvîl li Dîkîlîtaşê kom bûn û bi dirûşma ‘Laçika xwe ya spî girê bide û were’ ber bi qada mîtîngê ve meşiyan.  Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu jî laçikên spî girê dan û di meşê de cih girtin. Di meşê de pankarta ‘Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin pêk neyên’ hate vekirin û ji bo bi hezaran girtiyên di greva birçîbûnê de, 7 hezar laçikên spî hatin girêdan. Bi dehezaran kesên beşdarî meşê bûn pêçankên li ser ‘Leyla û Nasir’ nivîsandî girêdan û jinan kincên gelêrî li xwe kirin.

Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de yên 23 rojin li ber Girtîgeha Gebze çalakiya nobetê li dar dixin jî bi laçikên xwe yên spî beşdarî meşê bûn. Di meşê de bi sedhezaran kes bal kişandin ser grevên birçîbûnê û rûpoş bi devê xwe ve girêdan. AMED-STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar