PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Dayikê qîr kir û got ‘Tu qatilî’

Di doza Kemal Kurkut de şandeya dadgehê dîsa daxwaza girtina polîsê bersûc Yakûp Ş. red kir. Dayika Kurkut Secan Kurkut bertek nîşanî biryarê da û ji polîsê bersûc re got ‘Tu qatilî’

Danişîna 7’emîn a doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û polîs Yakup Ş. ku ne girtiye bi sûcdariya “bi bizanebûn kuştinê” bi cezayê muebatê tê darizandin, li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîsa Yakup Ş. û parêzerê wî di danişînê de amade bûn. Dayika Kemal, Secan û birayê wî Ferhat Kurkut, parêzerên malbatê Mehmet Emîn Aktar û Sîdar Avşar beşdarî danişînê bûn. Dayika Medenî Yildirim ê di şermezarkirina kalekola li Lîcê dihat çêkirin de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay û Salîha Aydenîz danişîn şopandin.

Polîsan li ber edliyê û di korîdora danişînê de ewlekariyek mezin girtin. Balkêş bû ku polîs bi taybetî nêzî dayika Kurkut Secan û birayê wî Ferhat rûniştin. Nêzî 20 polîsan danişîn şopandin.

Balkêş bû ku welatî hemû dibin ewlekeriyek zêde de ketin hûndirê salonê, lê bersûc polîs Yakûp Ş. jî di deriyê dozger û dadgeran de ket hûndirê avahiya edliyê.

Rapora ATK’ê nehat

Şandeya dadgehê diyar kir ku rapora wan ji Saziya Giştî ya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê xwestibûn nehatiye.

Parêzerê malbatê Mehmet  Emîn Aktar jî ji ber rewşa delîlên heyî û dosyeya ATK’ê xwest polîs bersûc bê girtin.

Daxwaza girtinê hat redkirin

Şandeya dadgehê bi hinceta ku dem ser bûyerê re derbas bûye û îhtîmala ku nikare delîlan reş bike daxwaza girtina bersû polîs Yakup Ş. red kir. Dadgehê biryar da ku li benda rapora kesê pisporê ya ji Saziya Giştî ya ATK’ê xwestin bimînin û danişîn taloqî 14’ê çileya 2020’an kir.

Dayik qîr kir û got ‘kujer’

Dayika Kurkut Secan Kurkut piştî biryara şandeya dadgehê, bertek nîşanî bersûc Yakup Ş. û parêzerên wî dan. Dayikê qîr kir û got ‘Kujer.’ Polîsan dûre dayika Kurkut ji salona danişînê derxistin.

Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, piştî danişînê li ber edliyê daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Ev 7 danişînin bersûc bêyî ku bê girtin tê darizandin. Dest û milên xwe dihejîne û di nava me de digere. Girtîgeh tije mirov in. Mirovên ku tenê tweetekê jî avêtine niha girtîne. Lê polîsên ku Kemal kuştin dest û milên xwe dihejînin û di nava me de digerin. Carek din edalet tê kuştin û ji bo ku ev yekê çênebe, divê hiqûq bê bicih anîn.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar