Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayikên Aşitiyê agirê Newrozê li Elkê vêxistin

Îsal pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tên lidarxistin. Newroz bi pêşengiya KCD, HDK, TJA, DBP, HDP û Xebata Tifaqa Kurdistanî tê pîrozkirin. Agirê pîrozbahiya Newrozê ya ewil li navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat hilkirin. Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatî bi coş tev li bûn.

Ewil Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay Newroz pîroz kir û wiha got: “Newroza we pîroz be. Hemû kesên ji bajarên cuda hatine Newroza we pîroz be. Îro di dilê Kurdistanê û Navenda Botanê em li Elkê Newrozê pîroz dikin. Em ê li her derê berxwedana xwe bilind bikin. Ji ber vê yekê em agirê yekemîn ê Newrozê li kontara çiyayê Kato li Elkê pîroz dikin. Em li vir Newroza hemû gelê Rojhilata Navîn û gelê kurd pîroz dikin. Em bi ruhê Newroza Nisêbînê, Cizîrê, Hezexê û Şirnexê carek din Newroza we pîroz dikin. Ev Newroz dê li dijî kesên ku dixwazin me parçe bikin, dê bibe bersîv. Gelê kurd aştî, azadî û serkeftinê dixwaze.

Îqtîdara AKP-MHP’ê bi hemû hêza xwe hewl dide kurdan parçe bike. Em ne necbûrê polîtikayên we ên înkarê ne. Em ê xeta sêyemîn têxin meriyetê. Bedela wê çi dibe bila bibe ji bo yekîtiyê û aştiyê em ê têbikoşin. Çareserî Îmralî ye. Çareserî aştî ye. Yên qala aştî û azadiyê dikin, yên soza demokrasî û çareseriyê dikin bila li banga Birêz Ocalan a 2013’an binerin, bila guh bidin banga deklerasyona Newroza 2013’an. Çareserî Birêz Ocalan e. Çareserî yekîtiya gelan a demokratîk e. Em careke din Newroza hemû gelan pîroz dikin.”

‘Heta Ocalan azad bibe em ê têbikoşin’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî bal kişand ser Newroza îsal û wiha got: “Newroz ji bo me pir bi qîmet û wate ye. Ji ber vê yekê îro em li vir in. Em ê bi dirûşmeya jin, ciwan, dayik û gelê Botanê pîroz bikin. Destpêka biharê bi reng û sekna jinan di 8’ê Adarê de dest pê kir. Jinan 8’ê Adarê kirin Newroz. Ji 8’ê Adarê heta Newrozê em ê her roj Newrozê pîroz bikin. Heta azadî pêk bê em ê li qadan bin. Îro li her qadê têkoşînek mezin heye. Em Newroza hemû kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin. Ji ber ku sekn û bedela wan em anîn van rojan.

Îro faşîzm dixwaze rengê kurdan tune bike û dengê kurdan bifetisîne. Lê em 50 salin têkoşîna azadiyê didin. Em dizanin azadiya kurdan di 2022’an de nêzîk e. Gelê kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo gelê Rojhilata Navîn jî têdikoşe. Îro Rojhilata Navîn gola xwînê ye. Gelê kurd gelek bedel dan. Ev hem ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û hem ji bo demokrsiya Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê heta gelê kurd azad nebe, gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn azad nabe. Ji bo gelê kurd azad nebe, her tim qirkirin, koçkirinê li kurdan ferz dikin. Lê em ê hem li girtîgehê û hem li derve heta dawî li ber xwe bidin. Em hezar silavan dişînin girtiyên zindanan.”

Salîha Aydenîz, li ser tecrîdê jî rawestiya û wiha got: “Tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir. Lê îro li hemû qadên Tirkiyeyê tecrîd heye. Li hemû zindanên Tirkiyeyê hucreyê heye. Pergala desthilatdar hatiye xelasbûnê. Heta birêz Ocalan azad nebe, em ê li her qadê têkoşînê bilind bikin. Heta Birêz Ocalan azad bibe em ê li her derê têkoşîna xwe bilind bikin. Newroza 2022’an dê bibe Newroza Azadiya gelê kurd û Newroza azadiya Ocalan. Hûn çi bikin bikin, hûn dê nikaribin dengê kurdan, têkoşîna gelê kurd qedexe bike. Hûn nikarin dengê kato qut bikin. Kado dê her tim ji bo azadiyê biqîre.”

‘Dem dema azadiya Ocalan e’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li ser girîngiya Newrozê rawestiya û wiha got: “Newroz ji bo gelê me li dijî mêtîngeran berxwedan e. Newroz li dijî dagirkeran serhildan e. Herî zêde gelê Botanê vê yekê baş dizane. Gelê Botanê her tim li dijî mêtînger û dagirkeran li ber xwe daye û serî hildaye. Gelê Botanê her tim di serê govendê de ye. Ji her çar aliye Kurdistanê re pêşengî kiriye. Dehaqê îro bila li berxwedana gelê kurd û Kurdistanû û dîroka Mezopotamyayê binerin. Di dîroka me de her tim Dehaq hatine. Lê ruhê Kawayê hesinkar her tim li dijî Dehaqan li ber xwe da. Her tim hişmendiya Dehaq têk biriye. Têkoşîna Kawayê Hesinkar her tim bi têkoşîna gel mezin bû.

Gelê Botanê li ber xwe dide. Lê ev berxwedan îro li Îmraliyê bi têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan gihişt asta herî bilind. Îro Brêz Ocalan 24 sal in vê berxwedanê li dijî van faşîst pêş dixe. Birêz Ocalan ji bo azadiya gelê Kurdistanê, ji bo azadiya gelê Rojhilata Navîn li ber xwe dide. Ji bo me Newroza 2022’yan ‘Dem dema serkeftinê ye’. Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Weki din rê û rêbazên din ji bo dagirkeran tune. Dagirker têk çûne. Gelê me peyamên herî dîrokî û girîng li qadê Newrozê didin. Gelê me dê li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê biherike qadên Newrozê û wê vê peyamê bidin Tirkiye û cîhanê. Ez dîsa Newroza Kurdistan, Tirkiye û gelê cîhanê pîroz dikin. Dem dema serkeftinê ye.”

Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê meşaleya agirê Newrozê vêxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar