Bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku zêdetirî 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên tecrîdeke giran de ye, li hemû bajarên ku kurd lê dimînin dê çalakiyên pîrozbahiyê bên lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyên ku dê di navbera 1-10’ê Nîsanê de bên lidarxistin, dê di 4’ê Nîsanê de ber bi gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Abdullah Ocalan li vir ji dayik bûye , meşek bê lidarxistin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê bal kişandin ser girîngiya 4’ê Nîsanê ya ji bo gelê kurd û ji bo meşa ku dê ber bi Amarayê ve bê lidarxistin bang kirin.
Rabîa Algor ku 74’emîn rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir diyar kir ku ew her sal bi coşeke mezin û bi ruhê vejînê diçin Amarayê û wiha got: “Ji ber ku ev cejn cejna kurdan e. Her sal çûna Amarayê ji bo me girîng e. Em rastî astengiyan tên, lê dîsa jî em diçin. Em ê îsal jî biçin. Divê ji heftan heta heftê saliyan her kes beşdarî van meşan bibe. Bila bi coşeke mezin rojbûna Rêbertiyê pîroz bikin.”
‘Vejîna gelê kurd’
Bi domdarî Algor anî ziman ku meş ji bo aştî û wekheviyê girîng e û wiha pê de çû: “Ez bang li kesên ku xwe ji vê tevgerê dûr dixin û dibêjin wê tiştek bi min neyê dikim; bila ji bîr nekin ku gava agir bikeve dehlê ter û hişk tev dişewitin. Tişta ku li gelê kurd hatiye kirin divê neyê jibîrkirin, di futbolê de jî êrîşî kurdan kirin. Bi van fikran divê her kes ber bi Amarayê ve bimeşe. Ez rojbûna Rêbertî pîroz dikim. Îro ne tenê vejîna Rêbertiyê, vejîna tevahî gelê kurd e.”
‘Divê her kes bimeşe Amarayê’
Têkildarî mijarê Zekiye Kaya jî bal kişand ser tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan e û li hemû girtîgehan belav bûye ev tişt anî ziman: “Çendî girtiye jî, lê hê jî aştî û azadiyê temsîl dike.”
Kaya da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan ked daye û wiha domand: “Em ê li ser rêya têkoşîna ku wî daye destpêkirin bimeşin. Ez weke Dayika Aştiyê bang li her kesî dikim; heta ku Rêbertî azad nebe civak azad nabe. Em ê careke din doza azadiya Abdullah Ocalan bikin. Di serî de jin, ciwan û hemû gel em di 4’ê Nîsanê de li Amarayê bin. Heta ku ew azad nebe çareserî ne pêkan e. Em ê ji bo azadî û aştiyê biçin Amarayê.”
Dayika Aştiyê Perîşan Aslan jî wiha got: “Serdema nû ya Abdullah Ocalan li hemû kurdên bi rûmet pîroz be. Divê her kes beşdarî meşa mezin a 4’ê Nîsanê ya ber bi gundê Rêbertî ve bibe. Werin em îsal jî bi milyonan herin wir.”