Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dayikên Aştiyê: Bavê Barzanî jî îxanetkar bû bi xwe jî îxanetkar e

Li dijî îxaneta malbata Barzaniyan ya l idijî kurdan, Dayikên Aştiyê yên Rihayê axivîn û gotin: “Ev zarokên ku bi destê Barzanî tên qetil kirin zarokê me ne. Bavê Barzanî jî îxanetkar bû bi xwe jî îxanetkar e.” 

Êrîşên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK berdewam dikin. Di encama êrîşan de ku zêdetirî salek e berdewam dikin gelek leşkerên Tirkiye hatin kuştin û armanca ku Tirkiye dixwest pêk nehat. Tirkiye ji bo êrîşên xwe li herêmê berfireh bike hevkariya xwe û PDK’ê hê xurttir kir. Tirkiye bi destê PDK’ê li herêmên şer ji bo bi wesayitên lêşkerên xwe derbas bikin rê da çêkirin û peşmergeyên PDK’î jî weke cerdevanên xwe bi kar tîne. Herî dawî jî di 24’ê tebaxê de Wezîrê Karên Hûndir ê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serdana Irak û başûrê Kurdistanê kir. Piştî hevdîtina PDK’ê û Fîdan hevkariyên wan ên li dijî PKK jî hê zêdetir bûn. PDK ku hevkariya êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî PKK’ê dike di 14’ê îlonê de rasterast tev li şerê Tirkiyeyê li dijî PKK’ê bû. Peşmergêyên PDK’ê di 14’ê îlonê de li Gewriya Zînê ya Goşînê êrîşî mevziyên gerîlayên HPG’ê kir. Li ser vê êrîşê gerîlayên HPG’ê jî bersiv da pêşmergeyên PDK’ê û di encamê de di navbera pêşmergê û gerîlayan de şer derket.

Piştî van geşedanan saziyên sivîl, partiyên kurd û aktivîstan bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re dan û li dijî vê yekê bi sedan kes li Silopiya Şirnexê çalakiya meşê li dar xist. Bertekên li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û êrîşên wê yê li dijî gerîlayên HPG’ê dikin. Dayikên Aştiyê yên Rihayê ku kiryarên PDK’ê wekî “îxanetê” pênase kirin bang li kurdan kirin ku li dijî van kiryarên PDK bi yek helwestê rabin ser pêyan.

Em ji malbata Barzanî re dibêjin êdî bes e ev îxaneta te’  

Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz (52) bi lêv kir ku malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî li dijî kurdan şer dike û wiha got: “Em ji malbata Barzanî re dibêjin êdî bes e ev îxaneta te. Barzanî ne li dijî PKK’ê li dijî hemû kurdan e. Anku yan xwîna kurdan di wî de tune ye yan jî ji xwe re jî îxanetê dike. Em Dayikên Aştiyê şer naxwazin. Şerê birakujiyê jî qet naxwazin. Em ji Barzanî re dibêjin êdî bes e. Divê gelê kurd jî li dijî vê îxaneta rabin ser piyan. Barzanî ji berê ve îxanetkar e. Hemû bazirganiya wî bi Tirkiyeyê re ye. Ji bo li dewlemed bibe û ji bo peran xuna kurdan dirêjîne. Li dijî vê yekê divê kurd jî bi bertek bin.”

‘Heger tecrîda li ser Rêber Ocalan nebûya ev şerê îxanetê jî pêk nedihat’

Dayika Aştiyê Adalet Çay (63) jî der barê mijarê de anî ziman ku Tirkiye kurdan bi destê kurdan dide kuştin û wiha pê de çû: “Xwîna kurdan di Barzanî de tune ye. Heke kurd bûna ev îxanet li gelê xwe nedikir. Îro dewleta tirk başûr hemû dagir kiriye, li wir qerekol ava kirine. Ev jî ji bo berjewendiya xwe ya malbatî hevkariya dewleta tirk dike. Îro lêşkerên dewleta tirk nikare bi gerîla re şer bike ev jî ji dewleta tirk re rê ve dike û li dijî gerîla şer dike. Bila Barzanî ji xwe bipirse ev zarokên tên kuştin kurd in, ez jî kurd im. Lê em wî weke kurd qebûl nakin heke kurd bûna, kurd qetil nedikir. Çekên kîmyevî li ser daristan û xwezaya Başûr dikin ev qet nafikirê nabêje çawa ez bi wan re hevkariyê dikim. Rûmet bi wî re tune ye. Yanî sibe dû sibe êrîşî wî bikin dîsa em ê biêşin. Dewleta tirk kurdan bi kurdan kuştin dide ev jî dikevin xefika wan.”

Çay di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku aloziyên heyî girêdayî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro tecrîdeke giran li ser Serokatî heye. Ev tecrîd bandor li me hemûyan dike. Heke îro tecrîd li ser Serokatî tune bûna ev qas zarokên me jî nedimirin. Ev şerê birakujî jî nedibû. Ev qas zilm jî li ser girtiyên me nedihat meşandin.”

‘PDK dijminê kurdan e’

Dayika Aştiyê Emîne Yaşar (73) jî kiryarên pênase kir û wiha bertek nîşan da: “Heke hevkariya Barzanî nebûna dewleta tirk nedikarî ev qas êrîşî kurdan bikin. Barzanî kurdan qetil dike. Yên ku kurdan qetil dikin ne kurdin. Tirkiyê peran dide Barzanî ev jî ji bo wan pereyan kurdan qetil dike.”

‘Divê gelê kurd bi yek dengî li dijî hevkariya PDK’ê rabe ser piyan’ 

Dayika Aştiyê Fatma Akbaş (59) jî diyar kir ku divê gelê kurd bi yek dengî li dijî hevkariya PDK’ê rabe ser pêyan û wiha got: “Em kurd vê îxanetê qebûl nakin. Ev zarokên ku bi destê Barzanî tên qetil kirin zarokê me ne. Bavê Barzanî jî îxanetkar bû bi xwe jî îxanetkar e. Êdî em şerek çebe jî em nikarin bêjin şerê birakujiyeyê. Ji ber ku Barzanî ne kurd e û em wî qebûl jî nakin. Em Barzanî nikarin weke kurd pênase bikin. Ji bo berjewendiyên malbatî Başur hemû teslîmî tirkan kiriye. Divê gelê kurd li dijî malbata Barzanî yek bertek bin û vê yekê şermezar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar