Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dayikên Aştiyê: Bila Rêberê me bê berdan!

Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bertek nîşanî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo têmeşandin dan û ev tişt anîn ziman: “Bila Rêberê me bê berdan. Ji bo Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin. Ji bo şikandina tecrîdê çi ji destê me bê em ê bikin. Daxwaza me bidawîkirina tecrîda girane.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 25 sal e li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin 33 meh in tu agahî jê nayê girtin. Hemû serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi awayekî sîstemtîk tên redkirin. Parêzeran herî dawî di 6’ê Mijdarê de bi daxwaza hevdîtinê serî li Dadgeriya înfaza Bursayê dan û ‘biryara qedexeya’ parêzeran a 6 mehan a nû ya di 31’ê cotmehê de hatiye dayîn fêr bûn. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dadgeha cezê giran ve hat redkirin. Parêzer wê serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) bidin. Li her çar alî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşîn didome. Di çalakiyên pêk tên de peyamên wê dest ji têkoşînê bernedin tên dayîn.

Dayikên Aştiyê yên Stenbolê Emîne Erbek û Gulsum Dag der barê tecrîda giran û qedexeyên hevdîtinê de nirxandin kirin. Emîne Erbek daxuyakirin ku 15 sal in tevlî dayikên Aştiyê bûye û têkoşîna xwe didomîne û wiha got: “Bi salan em ji bo aştiyê têdikoşin. Me li her derê têkoşîn da. Dewlet hewl dide gelê kurd bêdeng bike. Dewletê her cureyê zextê li gelê kurd û bi taybetî li dayikên kurd kir. Lê me şûnve gav navêt. Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin. Em ê têkoşîn axwe bê navber bidomînin. Çi ji destê me bê em ê bikin.Em cezayên dîsîplînê nas nakin. Ev çi ye çi ceza ye? Bila dest ji van pêkanînan berdin. Armanca me heta dawî berxwedan û têkoşîn e.”

Polîtîkayên tecrîdê qebûl nakin

Emîne di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Emîneyê wiha dawî lê anî: “AKP-MHP polîtîkayên şerê taybet giran dikin. Em vê ji kurahî hîs dikin. Ev nokteyek girîng e. Dewlet êrîşî îradeya me dike. Dewlet tenê ji bo tunekirina Kurdan hewl dide. Divê demildest dawî li polîtîkayên tecrîdê bên anîn. Em van cezayên dîsîplînê naxwazin. Em van polîtîkayan qebûl nakin. Yekane daxwaza me ew e ku tecrîd bi dawî bibe û her wiha îşkenceya li ser girtiyên siyasî bi dawî be. Dawî li her cureyê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bê.  Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe û çareseriyek bê dîtin.”

Înfazên girtiyan dişewitînin

Gulsum Dag jî destnîşan kir ku li ser Rêberê Apo tecrîda giran tê meşandin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em vê tecrîdê qebûl nakin. 25 sal e ev polîtîkayên tecrîdê pêk tên. Ev tecrîd li ser me hemûyan pêk tê. Hem li ser hemû girtîgehan hem jî li ser hemû civakê tê meşandin. Ez wek dayika Aştiyê vê bi nefret şermezar dikim Divê demildest hevdîtinên malbat û parêzeran yên bi Abdullah Ocalan re pêk bên. Em dixwazin rêberê me bê berdan. Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Li aliyê din jî girtiyên ku înfaza wan temam bûye nayên berdan. înfazên wan tên şewitandin. Tu sûcê wan tune ye. Tu hincet tune ye. Em vê qebûl nakin. Me bi dehan carî got. Em ê carek din jî bêjin. Bila desthialtdarî vê dijhiqûqiyê bi dawî bike. Em dayikên aştiyê aştî û azadiyê dixwazin. Ji vir şûnde jî wê wisa be. Ji bo şikandina tecrîdê em tê bikoşin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Bila ev tecrîd demildest bê bidawîkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar