Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Dayikên Aştiyê: Girtî tên kuştin

Dayikên Aştiyê li Mêrdînê ji bo balê bikişînin ser tecrîd û mirinên li girtîgehan, meşiyan û gotin ku girtî li girtîgehan ji ber xwe namirin tên qetilkirin

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku bi dirûşmeya ‘Em ê tecrîdê bişikînin, jiyana azad ava bikin’ bi armanca balê bikişînin ser mirinên li girtîgehan û tecrîdê ji gelek gajaran hatin Mêrdînê.

Dayikên Aştiyê ku beriya daxuyaniya çapemeniyê li pêş Edliyeya Mêrdînê kom bûn û dayika Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa Fa Kandirayê hat kuştin, Halîme Gezer jî di nav de, piştî demekê bi polîsan re niqaş kirin, derbasî Parka Karayollari bûn. Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn û Semra Guzel jî piştgiriya girseya li parkê kom bûn kirin.

Wêne hatin hilgirtin

Di daxuyaniyê de wêneyên girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin, pankart hat vekirin û dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ hatin berzkirin. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglû di daxuyaniyê de axivî.

Agaoglû diyar kir ku tecrîd her diçe kûrtir dibe û bal kişand ser mirinên li girtîgehan zêde dibin. Agaoglû da zanîn ku desthilat girtiyên nexweş weke dîl digire û bang kir ku demildest werin berdan û şertên tecrîda girankirî bên rakirin.

‘Sedem kî ye?’

Dayika Aştiyê Besna Gunay jî da zanîn ku tevî li dijî şer bang dikin jî her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin û wiha got : “Dibêjin girtî xwe dikujin. Em dizanin ku ev ne wisa ye. Ma nizanin ka sedem çi ye? Nizanin sedemê wê kî ye?”

Dayika Gezer: Êdî bes e

Dayika Garîbe, Halîme Gezer jî diyar kir ku keça wê xwe nekuştiye û ev tişt anî ziman: “Keça min hat qetilkirin. Hûn ê hesabê vê bidin? We ji keça min çi dixwest? Li tu dera cîhanê nehatiye dîtin ku hem birçî bihêlin hem jî qetil bikin. Her roj yekê din dikujin û dibêjin xwe kuştiye. Em vê qebûl nakin. Êdî bes e zarokên me qetil nekin. We du zarokên min qetil kirin. Garîbeya min nemir. Hûn ji wêneyên Garîbeyê ditirsin. Di tu olan de tiştekî wisa nehatiye dîtin. We cenazeyê keça min revand. Pişt re parêzerên me karî cenaze bigirin. Êdî bes e.”

Bi dirûşmeyan meşiyan

Girse piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyan ber bi avahiya HDP’ê ya bajêr ve dest bi meşê kir. Polîsan dema meşê de pêşiya girseyê girt û diyar kirin ku destûrê nadin meşê. Piştî girse ket kolana avahiya HDP’ê polîsan bi mertalan rê girt, girseyê piştî demekê li vê derê dirûşm berzkirin.

Girseyê piştî bi polîsan re demekê niqaş kirin, bi dirûşmeyan belav bûn. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar