Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayikên Aştiyê ji bo grevên birçîbûnê banga hestiyariyê kirin

Endamên Dayikên Aştiyê yên Enqereyê ji bo grevên birçîbûnê banga hestiyariyê kirin û gotin ku ew ji rewşa Rêberê xwe fikar in

Bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, girtiyên ji PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’î de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin. Çalakiya ku hatiye destpêkirin 139 roj in bi biryardariyeke mezin didome. Ji aliyê din ve li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengiya Meclisa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin û 118 roj in çalakî didome. Li Wargeha Penaberena a Lavrîo ya Yewnanistanê jî 101 roj in greva birçîbûnê didome.

Derbarê mijarê de Endamên Dayikên Aştiyê yên Enqereyê Kadriye Ozgan û Hatîce Ay axivîn û banga hestiyariyê kirin.

Kadriye Ozgan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin. Dewlet qet ji Xwedê natirse? Ne parêzer û ne jî malbat dikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Bi sedan girtî niha di grevê de ne. Tecrîd zilm e. Gelo ev zilm heta kengê bidome. Sedema tecrîdê çi ye? Heke tecrîda li hemberî Rêberê me rabe dê tecrîda li hemberî gelê kurd jî rabe.”  

Cîhan li hemberî tecrîdê bêdeng e

Ozgan diyar kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê kirin girîng e û ev tişt anî ziman: “Di 25’ê Adarê de bi rêya telefonê Rêberê me birayê xwe re hevdîtin pêk anî, lê hevdîtin hat qutkirin. Ev tişt bi tu awayî nayê qebûlkirin. Çav û guhê me li Îmraliyê ye. Em li benda gotinên wî ne, her gotinên wî hêviyek dide me. Em dixwazin parêzer biçin Îmraliyê û agahiyek binînin. Em ji rewşa Rêberê xwe bi fikar in.”

Di dawiya axaftina xwe de Ozgan da zanîn ku ku cîhan li hemberî tecrîdê bêdeng e û wiha axivî: “Bêdengiya cîhanê nayê qebûlkirin. Îro roj roja xwedîderketinê ye. Îktîdar ji maf û statuya kurdan ditirse. Ji ber vê jî li hemberî gel şerek daye destpêkirin. Hedefgirtina destkeftiyên li Rojava jî parçeyek ji tecrîdê ye. Ji ber ku kurd bi hêz in îktîdar ew qas li hemberî kurdan derdikeve. Êdî hêza AKP’ê nemaye. Em êdî naxwazin dilê dayikan bişewite. Divê em xwedî li girtiyên xwe derkevin.”

‘Guh bidin daxwazên girtiyan’

Hatîce Ay jî diyar kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê têkoşînek bê dayîn û wiha got: “Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bi taybetî Rêberê me jî li dijî şer û kuştinê derdikeve. Ji ber vê jî divê em ji bo Rêberê xwe têkoşînek bidin.”

Ay destnîşan kir ku 20 sal in hînê zimanê tirkî nebûye û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ez hînê ziman nebûm, gelo dê bi zorê hînê me bikin. Kesek nikare me bi zorê hînê tirkî bike. Nikarin zimanê bi milyonan kesî qedexe bikin. Heta niha ji bo demokrasiyê gelek bedel hatin dayîn. Ligel ew qas bedelên giran gelo difikirin ku gelê kurd dev ji têkoşîna xwe berdin.”

Her wiha Ay bal kişand ser daxwazên xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek Dayikên Aştiyê edalet, wekhevî û aştiyê dixwazin. Wekî her tim îktîdar guh nade daxwazên me. Lê em ê jî wekî her tim têkoşîna xwe bidomînin. Heke dewlet dixwaze tiştek bike divê guh bide daxwazên girtiyan. Her wiha divê demildest rêya diyalogê bê vekirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar