Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dayikên Aştiyê: Kesekî ku dibêje ez kurd im bi şeref im divê vê bêexlaqiyê qebûl neke

Dewleta tirk a bêexlaq piştî 8 salan kincên şewitî yên keça Dayika Taybet Înan, Heznî Înan radestî malbatê kir. L i ser vê Dayikên Aştiyê yên herêma Botanê bertek nîşan dan û gotîn: “Çawa dibe ku dinya li dijî vê xwe bêdeng dike?. Heta ku dilopek xwîna me hebe em ê li pey şehîdên xwe bin. Doza wan rêya şerefê ye.”  

Li Kurdistanê polîtîkaya ku dewletê li ser cenazeyên ciwanên kurd xistiye meriyetê didome. Malbatên kurd ê ku ji bo DNA’yê nimûneya xwînê didin bi salan şûn ve cenazeyên zarokên wan radestê wan tên kirin. Cenazeyên ciwanên kurd an di goristanên bêkesan de yan di qutiyan de yan jî di kîsan de yan jî piştî bi salan kincên wan radestî malbatên wan tê kirin. Endamê HPG’ê Egîd Îpek ku li Dersîmê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû piştî sê salan di 2020’an de cenazeyê wî di qutiyekî PTT’ê de radestî dayika wî hat kirin. Di sala 2022’yan de jî kincên Egîd Akil ê ku di jêrzemînên Cizîrê de bi awayeke hov hatibû qetilkirin kincên wî yên şewitî û parçekirî piştî 6 salan radestî malbata wî hatin kirin.  Di sala 2022’yan de jî cenaze ango hestiyên Hakan Arslan ê ku di qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûra Amedê de jiyana xwe ji dest dabû piştî 7 salan di kîsekî de radestî malbata wî hate kirin. Di 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cihanê de cenazeyê Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) ku di 2020’an de li Sêrtê di êrîşa hewayî de bi 4 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû, di qutiyê de bi korgoyê şandin ji malbatê re. Herî dawî kincên şewitî yên keça Taybet Înan, Heznî Înan a ku di jêrzemînên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû piştî 8 salan di sê zerfan de radestî malbatê hatin kirin.

Dayikên Aştiyê yên herêma Botanê bertek nîşanî polîtîkaya dewletê ya li ser cenazeyên ciwanên kurd dan û banga bilindkirina tekoşînê kirin.

‘Kesekî ku dibêje ez kurd im bi şeref im divê vê bêexlaqiyê qebûl neke’

Ji dayikan Nebahat Acar (68) bi lêv kir ku bêraziya li dijî cenazeyan ciwanên kurd nayê qebûl kirin û wiha axivî: “Em dewleta tirk şermezar dikin. Her kes dizane ku dayika Taybet çawa hate qetilkirin. Keça wê jî di jêrzemînên Cizîrê de hate qetilkirin. Piştî ku 8 sal bi ser re derbas bûn kincên keça wê yên şewitî radestî malbata wê dikin. Bi vî awayî gef li me dixwin. Dixwazin ku êşa me ji nûve zindî bikin. Lê belê bila bizanin ku em şehîdên xwe tu caran ji bîr nakin. Heta niha bi dehan cenazeyên me bi qutiyan de radestî destê dayik û bavan kirine. Em vê hişmendiya wan şermezar dikin. Ew çi bikin bila bikin em ê em dev ji doza zarokên xwe bernadin. Heta ku dilopek xwîna me hebe em ê li pey şehîdên xwe bin. Em ê wan tenê nehêlin. Em ê li pey têkoşîna wan bin. Doza wan rêya şerefê ye. Kesekê ku dibêje ez kurd im, bi şeref im divê ku vê bêexlaqiyê qebûl neke. Heke wîjdana vê dewletê hebûya ma dê cenazeyên me di qutiyan de radestî me bikirina? Em bang li saziyên mafê mirovan dikin divê ku vê qebûl nekin û li dijî vê derbikevin. Ev ne kirinên mirovî ne. Piştî 8 salan radestkirina kincên şewitî tê çi wate yê ma qey em ê bitirsin? Naxêr. Em ê ji wan kincan cesaret bigirin û rabin ser pêya.”

‘Ma heta kengî dê vê zilm û heqeretê li me bikin?’

Xanim Babat (69) jî anî ziman ku di olê de tiştê ku herî bi nirx tê pênasekirin îro tê binpêkirin û wiha got: “Bila bes vê heqeretê li me bikin. Cenazeyê dayika Taybet di qedexeyan de 7 roj û 7 şevan di kolanê de hat hiştin. Kesekî nekarî cenazeyê wê bîne. Keça wê jî li Cizîrê hate qetilkirin. Piştî 8 salan kincên wê yên şewitî radestî malbata wê kirin. Kezeba me şewitî, birîna me dîsa xwîn herikî. Ma heta kengî dê vê zilm û heqeretê li me bikin? Em ji însan in û weke herkesî doza zimanê xwe, çanda xwe dikin. Zimanê me, çanda me qedexe dikin, zarokên me qetil dikin û piştre jî cenazeyên wan bi kargoyan ji me re dişînin. Êdî bes ji vê zilmê û heqaretê re. Tu dewletan ev hovitî nekiriye. Mirov bimire û piştî 8 salan kincên wê radestî malbata wê bên kirin. Ma ev ne bêwijdanî ye, ne heqeret e? Ev tişta ku dikin bêexleqî ye. Em dayik heta ku hebin em ê li dijî zilmê têbikoşin.”

‘Şehîdên me ronahiya rêya me ne’

Esmer Çikmaz a ku di jêrzemînên Cizîrê de keça wê Yasemîn Çikmaz hatibû qetilkirin jî diyar kir ku dema ku wê ew dîmenên malbata Înan dîtin heman êş dîsa hatiye serê wê û hestên xwe wiha anî ziman: “Ev hovitî ye. Weke ku Hiznê wê rojê hatiye qetilkirin û cenazeyê wê anîne ber deriyê diya wê. Ev tê wê wateyê. Cenazeyên me di qutiyan de, di poşetan de radestî me dikin. Heq, hiqûq û edalet nîn e. Tenê zilm heye. Niha em û zilm li beramberî hev têdikoşin. Em ê dest ji vê rêya xwe bernedin. Ew ronahiya rêya me ne. Dibêjin mizgeft mala xwedê ne. Lê em nikarin di mizgeftan de şînê xwe deynin. Dema ku cenazeyê xwe defin dikin nahêlin ku em li gorî edetên olî defin bikin. Mela li ku ne, çawa dibe ku vê qebûl dikin? Bila ya rast bêjin. Ma heta kengî dê cenazeyê zarokên me di qutiyan de, di poşetan de ji me re bên? Bila kurd hemû destê xwe bidin hev û bibêjin êdî bes e. Ez bi wê êşê baş dizanim. Keça min bi xwe jî di jêrzemînên Cizîrê de hate şewitandin. Min bi xwe ew kincên wê veşartine. Ez ê tu caran wan kincên wê winda nekim. Ew nemirin.”

‘Piştî 8 salan radestkirina kincên şewitî bêedeletî ye’

Emîne Atak (65) jî nêrazîbûn nîşanî bêdengiyê da û diyar kir ku bêdengiya li dijî zilma li ser cenazeyan bêwijdanî ye û got: “Par di torbeyan de cenaze radestî malbateke me hat kirin. Îsal di qutiyê de cenaze dan. Divê ku dewlet li gorî qanûnan tevbigere. Ev tişt nayê qebûl kirin. Piştî 8 salan radestkirina kincên şewitî bêedeletî ye. Ev ne edalet û qanûnî ye.”

‘Çawa dibe ku dinya li dijî vê xwe bêdeng dike?’

Zeynep Begenîr (65) jî bertek nîşanî pêkanînên li ser cenazeyan da û wiha axivî: “Em wan şermezar dikin. Çawa dibe ku dinya li dijî vê xwe bêdeng dike?. Cenaze di şûşeya avê de radestî malbatê hate kirin. Em bang li gelê Kurdistanê dikin bila bibin yek û li dijî vê zilmê bisekinin. Îro dora me ye sibê dora wan e. Divê ku em xwedî li cenazeyên xwe derbikevin. Dema ku em bûn yek dê kesek nikaribe bi hêsanî li ser nirxên me van lîstokan bilîze.”

‘Bila bes êdî dayikên kurd rondikên çavan bibarînin’

Şîrîn Demîr jî nerazîbûna xwe ya li dijî îşkenceya li ser cenazeyan tê kirin wiha anî ziman: “Ez van êrîş û îşkenceya li ser cenazeyên me şermezar dikim. Bi her awayî û li her qadê îşkence û zilmê li me dikin. Bila dewlet bes vê heqeretê li me bike. Bila bes êdî dayikên kurd rondikên çavan bibarînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar