Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayikên gerîla: Êrîş hemû heremê dike hedef

Dayikên gerîla diyar kirin ku dewleta tirk a dagirker û PDK'ê wê li hemberî berxwedana gerîlayan têk biçin û wê nikaribin bostek ji herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dagir bikin

Ji 17’ê nîsanê ve artêşa tirk a dagirker bi desteka PDK’ê êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

Dayikên gerîla yên li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê û Minbicê ev êrîş şermezar kirin û piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re anîn ziman.

Heyat Şêxo, dayika gerîlaya HPG’ê Buharîn e got: “Dewleta tirk ji dema ku hatiye damezrandin heta roja îro ve şerê gelê kurd dike û siyaseta qirkirina nasname û dîroka kurdan dimeşîne. Lê mixabin siyaseta PDK’ê ji siyaseta dijmin a xiyanetê li hemberî gelê kurd ne cuda ye. Gelek gerîla di encama xiyaneta hêzên PDK’ê de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne.”

Heyat Şêxo destnîşan kir ku gerîla ji bo hemû gelên bindest têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gerîla rûmeta me ye, ji ber ku ne tenê ji bo kurdan, di heman demê ji bo tevahî gelên bindest têdikoşin. Lê PDK’ê tenê ji bo berjewendiyê xwe tevdigere. Tirkiye dixwaze Başûr dagir bike û PDK’ê di êrîşa wê yên li dijî gerîlayan yên li başûrê Kurdistanê de destekê dide dewleta tirk. Piştî dewleta tirk PDK’ê bûye dijminê kurdan.”

Heyat Şêxo anî ziman ku li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker û PDK’ê îrade û berxwedana gerîla wê neyên şikandin û wiha got: “Dagirkeriya tirk êrîşên xwe yên hovane li dijî gerîla pêk tîne û çekên kîmyewî ku di qada navneteweyî de qedexe ne bi kar tîne, lê îradeya gerîla wê bi ser bikeve.”

Edol Sefer dayika gerîlayê HPG’ê Canfeda hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Em ê vê xiyaneta li ser gerîlayên li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê red dikin. Em amade ne ku li hemberî dagirkeriya tirk piştgiriya gerîlayan bikin.”

Dayika gerîlaya HPG’ê Rûken, Xalîde Mihemed êrîşa li dijî gerîla yên li çiyayên Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Divê PDK’ê bi kurdan re bibe yek, ne bi dijmin re. Dijmin ji bo gelê kurd tu çareseriyekê naxwaze, dagirkeriya tirk û PDK’ê di vê êrîşê de bi ser nakevin û çawa ku dewleta tirk li Zap û çiyayên Kurdistanê têk çû, wê vê carê jî têk biçe.”

Xalîde Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta serkeftinê em ê piştgiriyê bidin berxwedana gerîlayên li çiyayê Kurdistanê û em ê derkevin qadan.”

Dayikên şehîdên gerîla yên bajarê Minbicê, diyar kirin ku êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê qirkirinê yê li dijî gelên azad e.

Dayika gerîlayê bi navê Çekdar Kobanê ku li çiyayên Başûrê Kurdistanê şehîd bibû, Kewser Hemê destnîşan kir ku gerîla parastina mirovahiyê dikin û êrîşên qirkirinê yên li dijî wan ji aliyê welatên serdest ve hatiye plankirin û dewleta tirk jî wan planan pêk tîne.

Kewser Hemê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê da, her wiha bal kişand ser beşdarbûna gerîla di hemleya rizgarkirina bajarê Kobanê ya sala 2014’an de ji çeteyên DAIŞ’ê yên destekê ji Tirkiyeyê digirtin.

Kewser Hemê wiha berdewam kir: “Em ê nehêlin xwîna zarokên me li erdê bimîne û em ê rê nedin dewleta tirk a dagirker ku zêdetir axa me dagir bike.”

Celîla Elî, dayika gerîlayê HPG’ê Zagros ku di dema êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbû, anî ziman ku ev êrîş tevahî herêmê dike hedef û armanca wan lawazkirin û şikandina îradeya gelên azadîxwaz e.

Celîla Elî destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hemû çekan bikar tîne, di nava bêdengiya civaka navneteweyî de balafirên bê mirov û çekên giran û yên ku di qada navneteweyî de qedexe bi kar tîne.

Celîla Elî bal kişand ser beşdarbûna PDK’ê bi dagirkeriya tirk di êrîşa li dijî gerîlayan de û wiha got: “Armanca van êrîşan qirkirina kurdan e, ji ber vê yekê divê PDK dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re berde.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar