Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayikên girtiyan: Armanca esasî azadiya Ocalan e

Dayikên girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê û rojiya mirinê û endamên Dayikên Aştiyê da zanîn ku her çiqas şikandina tecrîdê girîng jî be, armanca wan a sereke azadiya Ocalan e. Dayikan diyar kir ku wan tevî zarokên xwe li ber xwe da û tecrîd şikandin

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtiyan li ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn. Dayikên girtiyan û xizmên wan ên ku bi rojane li ber girtîgehan û li kolanan ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê û bal kişandina ser rewşa zarokên xwe li qadan bûn, têkildarî mijarê axivîn. Dayikan got ku şikandina tecrîdê girîng e lê armanca wan a esasî azadiya Ocalan e.

Dayika Aydin Oguz ku di Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê de tê girtin û yek ji çalakgerên greva birçîbûnê bû Kadriye Ogûz anî ziman ku ji ber bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê bi keyfxweşin. Ogûz diyar kir ku divê êdî dawî li tecrîda ser Ocalan û girtiyan bê û wiha dom kir: “Tevî zext û zordariyê jî em li kolanan mîna zarokên xwe têkoşiyan. Êrîş û heqaret li me kirin. Me ji bo bidawîkirina tecrîdê û aştiyê li ber xwe da.”

Dê qadan neterikînin

Meryem Erbey ku du zarok û neviyekê wê di greva birçîbûnê de bûn jî wiha got: “Şikandina tecrîdê pir girîng e lê armanca sereke azadiya Ocalan e. Divê êdî aştî bê vî welatî. Êdî bes e, bila şer biqede. Em ê ji bo demokrasiyê her tim li kolanan bin.” Avniye Sûngûr ku kurê wê Mervan Sûngûr di Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê de ye jî bilêv kir ku tecrîda li ser Ocalan bi berxwedanê hatiye şikandin.

Bi peyama Ocalan keyfxweş bûn

Dayika Halît Yavuz ê ku li girtîgeha Umraniyeyê tê girtin Ayşe Yavûz jî anî ziman ku ew bi peyama Ocalan gelek keyfxweş bûne û wiha derbirî: “Em naxwazin careke din tecrîd pêk bê. Em dixwazin hevdîtinên bi Ocalan re bi awayekî rêk û pêk çêbibin. Çawa ku em diçin girtîgehê û zarokên xwe dibînîn, em dixwazin malbata Ocalan jî wisa biçe û bê. Kurê min got ger tecrîd bikeve meriyetê dê careke din bikeve greva birçîbûnê û li ber xwe bide.”

Xwest zarokên wan rakin nexweşxaneyê

Sînem Guzel ku keça wê Hatîce Guzel di girtîgeha Bakirkoyê de ye jî daxuyand ku di dema grevên birçîbûnê de li qadan bûn û ger pêwîst bike dê dîsa dakevin qadan. Guzel xwest ku di zûtirin dem de zarokên wan rakin nexweşxaneyê. Dayika Yûsûf Ozdemîr ku li girtîgeha Şakranê tê girtin Fatima Ozdemîr jî got ku ew û zarokên xwe biser ketine û diyar kir ku dê di siberojên azad de li cem Leyla Guven û hevalên wê bin.

‘Em dayikên lehengan e’

Sîmanperî Akyildiz ku dayika Kubra Akyildiz a li girtîgeha Bakirkoyê tê girtin, Herdem Demîr ku keça wê Semra Demîr li girtîgeha Bakirkoyê tê girtin û endamên Dayikên Aştiyê Sabîha Bozan û Guler Bugday jî destnîşan kirin ku ew dayikên lehengan e û wan li ber xwe dan û biser ketin. Dayikan got ku tevî lêdan, derbkirin û zextê jî wan li ber xwe da û tecrîd şikand. Dayikan got ku ew deyndarên kesên ku bedena xwe dane ber birçîbûnê ne û bi wan serbilind in. Dayikan da zanîn ku zarokên wan ranakin nexweşxaneyê û bang li wezareta dadê kirin ku girtiyan sewqî nexweşxaneyê bikin. Dayikan daxuyand ku ew bi silavên Ocalan jî gelek kefyxweş bûne. MÊRSÎN – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar