Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire

Dayikan xwest daxwazên zarokên wan ên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne bên qebûlkirin û gotin ku bila tu kes çav û guhên xwe negire

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bidorveger ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 254’an de didomin. Xizmên girtiyan, xwestin ji bo bidawîbûna tecrîdê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

Nafiye Yîgît ku kurê wê Fethûllah Yîgît 10 sal in girtiye û di Girtîgeha Tîpa E ya Bandirmayê ye, anî ziman ku ji ber pandemiyê demeke dirêj e kurê xwe nedîtiye û got ku kurê wê nexweş e lê îdareya girtîgehê wî nabe nexweşxaneyê.

Bila wekî ku haya wan jê tune ye tevnegerin

Yîgît destnîşan kir ku çendî zext û zorî hebin jî girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin û wiha got: “Girtî dibêjin, heya tecrîd neşikê di dev ji grevê bernedin. Ên di grevê de, ji bo hemû mirovan di grevê de ne. Tahde li wan tê kirin, heqaretê li wan dikin, wan nabin nexweşxaneyê. Kurê min 10 sal in beleheq girtiye û zarokên wî bêbav mezin dibin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin.”

Yîgît ku diyar kir ku ew dixwazin dengê wan bê bihîstin û ev tişt anî ziman: “Bila kes çav û guhên xwe negire. Bila wekî haya wan jê tune ye, tevnegerin. Bila daxwazên me bên qebûlkirin. Kesên dibêjin em hiqûqnas in, hemû divê guh li van daxwaz bikin. Bila niha tevbigerin, dê sibê bi derengî bikeve. Çi dibe bila bibe, em li cem zarokên xwe ne. Bi salan e, me ji bo aştiyê destê xwe dirêj kir û ji bo aştiyê me her tişt kir. Lê kesî daxwazên me qebûl nekir. Gava devê wan vedibe, xwîn ji devên wan dibare.”

Ji bo tecrîd rabe di grevê de ne

Nazîme Yurek ku kurê wê Kenan Yurek ê 23 salî di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de ye û kurê wê Ertan Yurek jî 10 sal in girtiye, anî ziman ku her du kurên wê ji ber ku bi salan e girtî ne, nexweşîn li wan peyda bûne û ji ber pandemiyê xweşikî zarokên xwe nabîne.

Yurek destnîşan kir ku tenduristiya tu girtiyî jî nebaş e û piştî greva birçîbûnê nexweşînên wan girantir bûne û wiha got: “Girtiyan li dijî vê zilmê canên xwe dan ber mirinê. Ji bo tecrîd bê rakirin di grevê de ne. Hem ji bo Ocalan hem jî ji bo aştiya cîhanê. Ji bo zext û zoriyên li ser Ocalan bi dawî bibin, Ocalan hevdîtinê bi malbata xwe re bike di grevê de ne.”

Bila daxwa bên qebûlkirin

Yurek bal kişand ser grevên birçîbûnê yên berê jî û ev tişt anî ziman: “Ji bo daxwazên me bên qebûlkirin em çûn ber AKP’ê. Ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin me dengê xwe bilind kir. Lê 9 kesî jiyana xwe ji dest da. Em bi êrîşan re rû bi rû man. Eşyayên min çirandin, pehîn li ser dilê min xistin. Cardin jî min ew nedan ber dadgehê. Lê niha wan ez dame ber dadgehê. Em bê çek û bombe, tenê bi gotina xwe çûn lê êrîşî me kirin. Bila niha heman tişt nebin, cenaze ji girtîgehan dernekevin. Bila daxwazên wan bên bihîstin.”

Her wiha Yurek di dawiya axaftina xwe de got ku der barê wan de doz jî wekin, êrîşê wan jî bikin dê ji bo doza zarokên xwe her tiştî bikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar