Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Dayikên girtiyan: Divê ev bêdengî bê parçekirin

Dayikên girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku her çiqas rewşa tenduristiya zarokên wan ne baş bin jî moralê wan xurt e. Dayikan dan zanîn ku girtî ji bêdengiya gel gelek bi gazinc in û ji gelê kurd xwestin ku bêdengiya xwe parçebikin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 136’emîn de didome. Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de di roja 98’emîn de didome. Çalakî ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. Li dijî çalakiyên greva birçîbûnê hikûmet bêdengiya xwe diparêze û rewşa girtiyan her roj ber bi xetereyê ve diçe.

Derbarê rewşa girtiyan de dayikên girtiyên ku di grevê de ne axivîn.

Halîme Saglam, dayika Zafer Saglam ku li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmar 5 a Sîlîvreyê girtiye û ev 88 roj in di grevê de ye, axivî û bang li dayikan kir ku xwedî li zarokên xwe derkevin.

Zafer Saglam di sala 2017’an de jî bi heman daxwazê 14 rojan ketibû greva birçîbûnê û piştre li girtîgeha niha lê ye bedena xwe da ber agir. Zafer piştî ku bedena xwe da ber agir ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve mudaxele li çalakiya wî hatibû kirin û ji ber vê çalakiya ku kiribû lê bi 21 roj cezayê hucreyê hatibû cezakirin.

Deng bidin berxwedana zindanan

Dayik Saglam anî ziman ku li dijî zilmê berxwedan ferz e û diyar kir ku kesên ku dibêjîn em xwedî wîjdanîn divê bêdeng nemînin û wiha got: “Kurê min di  girtîgeha Silîvriyê ya Tîpa L’yê de 88 roj in  di greva birçîbûnê de ye. Daxwaza wan daxwaza hemû gelên aşitîxwaz û demokrasîxwazan e. Heta ku daxwaziya wan neyê cih dê dev ji vê têkoşînê bernedin.”

Di axaftina xwe de Saglam da zanîn ku divê gelê kurd vê bêdengiyê parçe bikin û deng bidin berxwedana zindanan û diyar kir ku dê dîroz ew kesên ku niha li dijî vê berxwedanê bêdeng in tu carî efû neke û wiha bang li hemû dayikan kir: “Ez dixwazim ku hemû dayik kom bibin û em dengê zarokên xwe heta Enqereyê bibin. Heta Enqere bi dengê dayika neheje hikûmet dê bêdengiya xwe bidomîne. Serkeftin ya zarokên me ye. Berxwedan jiyan e, dê zarokên me bi ser bikevin.”

 

Di sala 2014’an de bedena xwe da ber agir

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Zerdeşt Odûncû yê 27 salî ye. Odûncû di sala 2011’an de wexta li Dêrika Mêrdînê li ser înşeatê dixebitî, bi hinceta ‘bombeya bideng avêtiye’ hat girtin û 174 sal ceza lê hat birîn. Odûncû di 12’yê sibata 2014’an de ji bo protestokirina Komploya 15’ê Sibatê li Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa F a Tekîrdagê agir berdabû bedena xwe û wî rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Trakyayê. Odûncû niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ye û ji 16’ê Kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye û bi tena serê xwe di hucreyeke yekkesî de ye.

Dayik Selma Odûncû anî ziman ku piştî greva birçîbûnê tenduristiya kurê wê xirabtir bûye û wexta kurê wê dikuxe xwîn ji deva tê û diyar kir ku kurê wê di hucreya yekkesî de dimîne û niha nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne.

Divê gelê kurd rabe ser pêyan

Di axaftina xwe de dayikê da zanîn ku tevî hemû tiştan jî moralê kurê wê pir  xurt e û kurê  wê ev tişt jê re gotiye: “Ji bo têkoşîna gelê kurd, ji bo ruhê Kurdistanê bila canê min feda be. Ez ê li pêyî doza xwe bim. Em li dijî zilmê û zalimtiyê ketin greva birçîbûnê. Birêz Ocalan û girtî tên îşkencekirin. Heta ev îşkence bi dawî nebe û daxwazên me neyên qebûlkirin, dê berxwedana me dewam bike. Divê gelê kurd rabe ser pêyan. Bila ciwan li girtîgehan nemirin.”

‘Ez bi kurê xwe serbilind im’

Her wiha dayikê da zanîn ku ew bi kurê xwe serbilind e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xwedî li doza Zerdeşt derdiekvim. Ger ev qas sal di girtîgehê de be û bimire, hema bila têkoşîna xwe berdewam bike çêtir e. Ez bi kurê xwe serbilind im. Ger bimire jî wê bi şerefa xwe bimire. Zarokên me ne tenê ne. Em li cem wan in. Ji destê me çi bê em ê bikin. Em ê bi ser bikevin.”

Girtî ji bêdengiyê bi gazinc in

Her wiha Ayde Baran, dayika Çetîn Baran ê ku ev 51 roj in li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê di greva birçîbûnê de ye, xwest ku tecrîda li ser Ocalan rabe. Ayde Baran got ku moralê kurê wê baş bûye lê ji ber sedema ku di raya giştî de baş nebûye rojev bi gazic in û diyar kir ku divê êdî gavên pêwîst werin avêtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar