Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne

Dayikên girtiyan diyar kirin ku dê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bi ser bikeve û gotin ku ew bi zarokên xwe re ne

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtiyan ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye detspêkirin, di roja 77’an de ye. Xizmên girtiyan destnîşan kir ku ew bi girtiyan re ne û çalakiyan wan dê bi ser bikeve.

Nebahat Şakar dayika Kenan Şakar ku 4 sal in di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê de ye, diyar kir ku girtî din av çar dîwaran de nikarin bêhnê bistînin. Şakar anî ziman ku kurê wê di sala 2018’an de jî tev li greva birçîbûnê bûye û wiha got: “Girtî, ji bo xwe, gelê xwe û rêberê xwe di greva birçîbûnê de ne. Abdullah Ocalan, 21 sal in girtiye. Girtî vê qebûl nakin û ji ber vê dest bi greva birçîbûnê kirine. Kurd, divê piştgiriya wan bikin. Heger wisa be, dê kes nikaribe van tiştan bîne serê me.”

Em bi zarokên xwe re ne’

Pakîze Başak ku kurekî wê di Girtîgeha Sîlîvrî û kurek wê di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê de ye, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan azadî ye û da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê ya 2018’an bi ser ketiye û wiha axivî: “Nikarim biçim kurê xwe bibînim lê dizanim tên tecrîdkirin. Em dixwazin tecrîd rabe. Guh li daxwazên me nakin, biya xwe dikin. Girtiyên nexweş hene. Divê hemû bên berdan. Em dixwazin aştî çêbibe.”

Başak diyar kir ku divê dayik hemû dest bidin destê hev du û wiha got: “Dayik, divê dengê girtiyan ragihînin. Çi dikin bila bikin em bi zarokên xwe re ne. Ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin, divê deriyên girtîgehan bên vekirin.”

Daxwaza dayikan

Behîce Abî jî diyar kir ku kurê wê yê demek berê hatiye berdan, di sala 2018’an de tev li greva birçîbûnê bûye û bal kişand ser tecrîdkirina girtiyan û destnîşan kir ku ya tê kirin zilm e.

Abî destnîşan kir ku çi dibe bila bibe divê tecrîd rabe û wiha got: “Dayik, dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û azad bibe. Bi salan e dayik tenê doza aştiyê dikin. Em nawazin xwîn birije. Em naxwazin em bigirîn. Me zarokên xwe ji bo ku bên girtin an jî kuştin neaniye dinê.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar