Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayikên girtiyan: Em ê heta dawiyê têbikoşin

Dayik û malbatên girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo xwedîderketina li berxwedana zarokên xwe û bal kişandina ser rewşa wan, li Gebzeyê çalakî pêk anîn. Dayikan got ku heta dawiyê dê li gel zarokên xwe li ber xwe bidin

Li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Li hêla din koma yekemîn a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku ji 15 girtiyan pêk tê, ji 30’ê nîsanê ve û koma duyemîn ku ew jî ji 15 girtiyan pêk tê jî ji 10’ê gulanê ve di çalakiya rojiya mirinê de ne. Di encama berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de dewleta tirk neçar ma ku rê li ber hevdîtinên parêzeran ên bi Ocalan re veke. Di vê çarçoveyê de parêzerên Ocalan di destpêkê de di 2’yê gulanê de û herî dawî jî di 22’yê gulanê de bi Ocalan re hevdîtin kirin.

Parêzeran têkildarî naveroka hevdîtina bi muwekîlê xwe re heta niha agahiyek bi raya giştî re parve nekirine. Tevî vê yekê jî dayik û malbatên girtiyan li her deverekê çalakiyên xwe yên ji bo piştgiriya bi berxwedana zarokên xwe û bal kişandina ser rewşa wan didomînin.

Li avahiya HDP’ê çalakî pêk anîn

Di vê çarçoveyê de dayik û malbatên girtiyan di roja 47’emîn de jî li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya nobedê li dar xist. Malbatên girtiyan ji ber astengiyên polîsan li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebzeyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de gelek welatî û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî amade bûn.

Dê dev ji têkoşînê bernedin

Di çalakiyê de dayika Newroz Bozkurt ku ji 1’ê adarê ve li girtîgeha Gebzeyê de greva birçîbûnê de ye, Sûltan Bozkurt axivî. Dayika Sultan anî ziman ku ew bi hêz û bi moralin û wiha domand: “Li her derê çalakî berdewam in. Em li benda daxuyaniyê ne. Heta ku tecrîd tê şikandin dê çalakiya me bidome. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne. Em ê dev ji têkoşînê bernedin.”

Piştî daxuyaniyê jî malbatan çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakî dê heta saetên şevê bidome. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar