PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Dayikên girtiyan ; Emê her roj li Parka Koşuyolu bin

Polîsan nehişt dayikên girtiyan li Parka Koşuyulu daxwiyanî bidin

Dayikên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne xwestin li Parka Koşuyolu balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe. Polîsên ku ev çend roj in park dorpêç kirine nehiştin dayik daxwiyanî bidin. Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Salîha Aydenîz û Remziye Tosun ji bo destûr dayinê bi polîsan re hevdîtin pêk anîn lê destûr nehat dayîn. Piştî ku destûr nehat dayîn dayikan li ser pêyarêya parkê dest bi rûniştinê kirin.

Dayikan bertek nîşanî astengkiya polîsan da û dirûşmên “Zext nikarin me bêzar bikin” û “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin.

Welatiyên derdorê jî xwestin piştevaniyê bidin malbatan. Polîsan xwest mudaxeleyî welatiyan bikin, parlamenter Aydenîz û Tosun bertek nîşanî polîsan dan. Wekîlan got polîsek jin heqaretê li dayikan kiriye. Di vê navberê de polîsa jin destê xwe ji Aydenîz re bilind kir. Li ser nîqaşê amirek polîsan got “Polîsên min heqaretê li tu kesî nakin. Ez polîsên xwe nas dikim. Hûn derewkarin, polîsên min kesî gez nakin. Em we ji pratîkên we yên berê nas dikin.”

Pişt re amirê polîsan berê xwe da rojnamegeran û qîr kir: “Hûn dikişînin bikişînin, lê binêhirin çidike ji milê polîsan?” Piştî demek kin polîsan destûr da ku malbat li ser guzergahek din bimeşin. Dayikan dîsa bertek nîşanî polîsan da û diyar kirin ku ew dixwazin di guzergâha Batikentê de bimeşin. Polîsan daxwaza dayikan qebûl nekir.    Dayikan nîv saet çalakiya rûniştinê li dar xistin. Amirê polîs bê navber anons kir û bi binçavkirin û mudaxeleyê gef li dayikan xwar.

Piştî çalakiya rûniştina destûra ku dayikan ji bo guzergaha dayikan xwestibû hat dayîn. Dayik di bin dorpêça polîsan de hetanî avahiya TUAY-DER’ê ya li navçeya Rezanê meşiyan. Dayikan li vir daxwiyanî dan. Li ser navê malbatan Yesure Tufan wiha got: “Ji niha û pêve em ê her roj li Parka Koşuyolu çalakiya xwe dewam bikin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê li ser pêya bisekinin. Ji heft salî heta heftê saliyan bila her kes deng bide têkoşîna me û da ku em vê tecrîdê bişikînin. Heta ev tecrîd bê şikandin em ê li qadan bin. Bila dayik li malên xwe rûnenên. Îro ne roja rûniştinê ye. Werin mil bidin milê me. Hetanî tecrîd neyê şikandinê bila kes bêdeng nemîne û li mala xwe rûnenê. Hetanî dawiyê dê berxwedana me li qadan dewam bike.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar