Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Dayikên girtiyan piştgirî dan zarokên xwe

Dayikên girtiyên ku niha li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger in, piştgirî dan zarokên xwe û gotin ku ew bi zarokên xwe ser bilind in û heta dawiyê li pişta wan in

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorverger ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, berdewam dikin. Li girtîgehan jî bi sedan girtî bi heman armancî di grevê de ne.

Derbarê çalakiya girtiyan dayikên girtiyan axivîn û ew bi zarokên xwe serbilind in.

4 kurên wê li girtîgehê ne

Yek jê girtiyan girtiyê bi navê Metîn Serhat ku ev 89 roj in li Girtîgeha Jimara 1’an Ewlehiya Bilind  a Xarpêtê dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Dayika Serhat, Cahîde Serhat a 70 salî ku 7 zarokên wê di têkoşîna gelê kurd de cih digirin, diyar kir ku piştî kurê wê yê mezin tev li PKK’ê bûye jiyana wan hatiye guhertin û da zanîn ku kurekî wê di nava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest daye û niha 4 kurê wê li girtîgehên cuda girtî ne.

‘Kurê min li pey heqîqetê ye’

Dayik Serhat anî ziman ku kurê wê Metîn li pey heqîqetê ye û behsa têkoşîna lawê xwe kir. Dayik Serhat diyar kir ku ew 3 roj berê bi kurê xwe di telefonê de hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Metîn her tim dev bi ken e. Moralê wan gelek baş e. 89 roj in di greva birçîbûnê de ye. 17 kîlo daye. Metîn dibêje heta ku daxwaza wan bi cih were dê çalakiya xwe bidomînin. Metîn digot ‘Heta tecrîd li ser Ocalan hebe em ê çawa xwarinê bixwin?’ Ez bi wan serbilind im. Ne zarokên me tenê ne ew zarokên Kurdistanê ne. Heke ku ketibin rêyek wiha helbet tiştek ew dizanin heye. Her wiha divê êdî em jî li dijî hemû êrîşan bibin yek.”

Çalakî li dijî bêedaletiya heyî ye

Yek ji girtiyê ku ketiye grevê Şiyar Akboga ye. Akboga li Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa T a Bandirmayê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.

Dayika wî Şukran Akboga, di 7’ê Adarê de hevdîtin pê re çêkir. Dayik Akboga anî ziman ku grevên birçîbûnê li dijî bêedaletiya heyî ne û wih got: “Kesên vê zilmê li me dikin, dixwazin em serî bitewînin. Lê qethiyen em ê serî netewînin. Canê me ji yê zarokên me ne çêtir e.”

Dayik Akboga da zanîn ku kurê wê tevî 28 hevalên xwe yê qawîşê di greva birçîbûnê de ye û destnîşan kir ku piştî çalakî dest pê kiriye li girtîgehê hin pirsgirêk rû dane û wiha domand: “Gardiyan, girtiyên di grevê de ne tehrîk dike. Wexta girtî diçin cihê hevdîtinê, gardiyan milê xwe li milê wan dixin û bi devkî wan taciz dikin. Girtiyên li dijî vê dertên jî tên derbkirin. Her wiha av, ava fêkiyan û tiştên din ên avî nadin girtiyan. Îdareya girtîgehê vîtamîna B1 jî nade çalakgeran.”

‘Em doza jiyaneke birûmet dikin’

Dayikê da zanîn kul i Tirkiyeyê tecrîdek giran heye û ev tecrîd destpêkê li ser Ocalan hatiye destpêkirin û diyar kir ku ji bo daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin çi dikeve ser milê kê divê bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha em li benda mirina zarokên xwe ne. Ger wisa dewam bike ez ê jî têkevim greva birçîbûnê. Tekane daxwaza me jiyaneke mirovan e. Em wekî her netewekî doza jiyaneke birûmet dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar