Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayikên girtiyan: Silavên Rêber Apo di dilê dayikan de hêvî afirand

Dayikên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de bûn, têkildarî serkeftina berxwedana zarokên xwe axivîn. Dayikan got ku ew ji berxwedana zarokên xwe bi bawer bûn û serkeftin li dayikên girtiyan û girtiyan pîroz kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh bi daxuyaniyeke çapemeniyê peyama muwekîlê xwe ya der barê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de bi raya giştî re parve kir. Piştî parvekirina peyama Ocalan jî çalakgerên di greva birçîbûnê yên li zindanan, welat û derveyî welat bi daxuyaniyên cuda ragihandin ku çalakiya wan gihîştiye armanca xwe û dawî li çalakiya xwe anîn. Dayikên Aştiyê yên Wanê ku bi rojane li qadan ji bo piştgiriya bi çalakgeran re li qadan bûn jî têkildarî mijarê ji JINNEWS’ê bi Zeyneb Durgut re axivîn.

Der barê mijarê de endama Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya anî ziman ku dê ji bo pêkhatina aştiyê dê heta dawiyê li ber xwe bidin û wiha domand: “Bi pêşengiya Leyla Guven bi mehane berxwedanek heye. Ev berxwedan gihişt armanca xwe. Ev serkeftin serkeftina Zulkuf Gezen û Ayten Beçetan e. Berxwedana dîrokî vîna kurdan nîşanî hemû cîhanê da.”

Berxwedan li dayik û girtiyan pîroz kir

Dayika bi navê Hanîfe Kaçak jî di serî de berxwedana dayikan û ya girtiyan pîroz kir û wiha got: “Me dev ji berxwedanê berneda û em ê tu carî jî dev jê bernedin jî. Ev serkeftin serkeftina zarokên me ye. Em dayik heta ku tovên aştiyê li vî welatî neçînîn em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bijî berxwedana zindanan.”

‘Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin’ 

Ji Dayikên Aştiyê Xanê Akdag jî ji bal kişand ser bidawîkirina grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Em bi silavên Rêber Apo bextewarin. Silavên wî di dilê her dayikekî de hêvî afirand. Di oxira azadiyê de 7 meh in zarokên me mil bi mil li berxwe didan û berxwedana wan bi ala serkeftinê hat silavkirin. Em wekî Dayikên Aştiyê em ê heta dawiyê bi zarokên xwe re berxwe bidin.”

‘Serkeftina  zarokên me ye’

Dayika Aştiyê Besê Akdogan jî bi lêv kir ku wan di serî de gotibûn ku dê ew û zarokên xwe bi ser bikevin û wiha derbirî: “Em weke dayikên kurd, me tu car li dijî zilmê serê xwe netewand û em ê tu caran ji serî netewînîn. Ev destpêka berxwedanê bû û dê heta dawiyê berxwedana me bidome. Serkeftin a zarokên me ye.”

‘Ev peyam ji tariyê re bû ronahî’

Têkildarî mijarê endama Dayikên Aştiyeyê Kewe İşik jî daxuyand ku dê berxwedana xwe bidomînin. İşik destnîşan kir ku ew ji berxwedana zarokên xwe bi bawer bûn û wiha pê de çû: “Me kolan û tax terk nekirin. Berxwedaneke dîrokî hebû û xwedîlêderketin jî erka me bû. Dayik û zarokên wan bi hev re li ber xwe dan û gihiştin armanca xwe. Ev peyam ji tariyê re bû ronahî.”

‘Em bi hêvî û moral bûn’

Dayika bi navê Hediye Koçak jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Dawiya berxwedanê bû serkeftin. Em dayik ji vê berxwedanê bi hêvî û moral bûn. Di dîrokê de heta niha berxwedana kurdan her tim gihiştiye armanca xwe. Me tu caran bê hêvî dest bi berxwedanê nekiriye. Ev serkeftine serkeftina zarokên me ye.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar