Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikên girtiyan: Zarokên me nayên dermankirin!

Girtiyên siyasî li ser banga Ocalan dawî li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê anîbûn. Dayikên girtiyan dermannekirina zarokên xwe li pêşiya Miduryeta Tenduristiyê ya Bajarê Stenbolê protesto kirin

Li pêşiya Miduryeta Tenduristiya ya Bajarê Stenbgolê astengkirina mafê dermankirinê yên girtiyên siyasî ku bi serketî dawî li grevên birçîbûnê û rojiya mirînê anîn, hat protestokirin. Dayikên girtiyan pêşengiya çalakiyê kirin, parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum û Endamê OHD’ê Parêzer Sînan Zîncîr jî piştgirî dan çalakiyê. Dayîk bi laçikên spî beşdarî çalakiyê bûn, erk û berpisyaritya Wezareta Edalet û Tenduristiyê bibîrxistin.

Dayikan di bin dorpêça polîsan de çalakî lidar xist. Dayika girtiya siyasî Hatîce Calihan a ku ji 1’ê adarê ve di çalakiyê de bû û greva birçîbûnê bidawî kir, Zeynep Calihan axivî. Calihan got zarokên wan nayê dermankirin û wiha domand; “Roja duşemê min keça xwe dît û rewşa wan gelek xirab e. Roja yekşemê dibin bijîşk lê heta sibehê li ser lingê xwe nin. Li gorî keça min ragihandî dermankirina wan bi rêk û pêk nayê kirin. Şorbe û xwarina pitatan dane wan û gelek xirab bûne. Dîsan şandine girtîgehê.”

Ji dayikan Hazal Taş jî diyar kir ku kurê wê Îsmet Taş û hevrêyên wî yên li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê nehatine dermankirin. Dayik Taş diyar kir ku ji ber qedexeya hevdîtin ya 2 mehan bi rêya telefonê bi kurê xwe re axiviye û wiha got: “Kurê min anî ziman ku nehatine dermankirin.”

‘Divê bi baldarî werin dermankirin’

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî di mijara dermannekirina girtiyên siyasî de bang li berpisên Wezareta Tenduristî û Edaletê kir. Gulum ragihand ku daxwaza hevdîtinê li gel Miduryeta Tenduristiyê ya Bajarê Stenbolê kirine û wiha domand: “Dema ku em qala tedawiyê dikin, em qala tedawiya li revîrê nakin. Divê bi baldarî û bi awayekî pêtepêdayî were kirin. Em pêvajoyên grevên birçîbûnê yên salên 2000’î û 2012’an dizanin. Wê demê di encama tedawiya şaş û di demê de ne dermankirinê de mirov bi sendoroma Wernicke-Korsakoffê ketin û ketin wê rewşê ku nikarin bi tena xwe bijîn. Îro mudaxelya li girtîgehan a bi navê tedawiyê bixwe ne tedawi ye. Gelek girtiyan sewqî nexweşxaneyan nakin û li revîrên girtîgehan dixwazin derman bikin. Ev nayê qebûl kirin. Dema ku sewqî nexweşxaneyan jî dikin bi mûameleya keleçê êşkence li wan dikin. Şert û mercên li nexweşxaneyê gelek xirab in. Divê bernameyên pêkanîna diyetê, serûm were dayîn û vîtamînan bigrin. Divê li gorî rewşa her kesê bernameyekî ya tedawiyê hebe û em vêya nabînin. Tedawî li gorî standartan nayê kirin. Tiştên pêwîst jî li kantînan nayê dîtin.”

Ji bo hikumetê hişyarî

Gulum diyar kir ku hevdîtina bi dozgerên girtîgeh û wezîran re didomin û îşaret bi avanekirina çareseriyekî bi tendurist kir. Gulum ragihand ku ji rewşekî nerênî wezîrên Edalet û Tenduristiyê berpisyarin û ev hişyarî da; “Erk û berpisyartiya xwe pêk bînin; di aliyê rast de tedawiyê bikin.”

Piştî daxuyaniyê Zuleyha Gulum bi rayedarên Miduryeta Tenduristiyê ya Bajarê Stenbolê re civiya. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar