Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayikên leşkeran li ber kuştina zarokên xwe bêdeng in!

Awyer Botan/

Her ku şer dirêj dibe, li gel ziyanên madî ziyanên canî jî ewqasî zêde dibin. Bi taybet zarokên hejar ên Tirkiyeyê qurbaniyên vî şerî ne.

Di şerê li Kurdistanê tê kirin de, desthilat û sermayedar ji bo li ser erka xwe bimînin û malê xwe bikin duqat û sêqat, zarokên feqîr ên civaka kurd û tirk didin kuştin.

Îro şereke bêeman li çiyayên Kurdistanê tê kirin. Sermayadar û desthilat ji bo ji textê xwe neyên xwar li ser xwîna zarokên tirkan bazarê dikin û xwe didin jiyîn. Zarokên wezîr, dewlemend û birokratan li otel û geştan kêfê dikin, zarokên hejar ên Tirkiyeyê jî li çiyayên ku di xewnên xwe de jî nedîtî, bi çav tarî diavêjin nava şer û didin kuştin.

Di dîmenên herî dawî ya ji Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî ya Gerîla TV parvekirî de rewşa leşkerên tirk ên ketinê çawa ye hat nîşandan. Dîmenek pir trajîk bû. Dayikên Tirkiyeyê divê vê yekê ji bo zarokên xwe û rûmeta xwe qebûl nekin. Zarokên xwe ji bo desthilatê nede kuştin.

Ji xwe gerîlayan jî bang li leşkeran kir ku dev ji vî şerî berdin, şerê wan li dijî leşker nîne li dijî sermayedar û sîstema desthilatdar ku li ser xwîna zarokên kurd û Tirkiyeyê dixwazin bijîn. Ji bo vê divê dayikên Tirkiyeyê xwedî li zarokên xwe derkevin. Zarokên wan li Zapê, Avaşîn, Metîna û temamî herêmê din weke mertal tên bikaranîn û tên kuştin.

Ne leşker û ne jî dayikên wan wê ji vî şerî tu destkeftiyek negirin. Ji ber ku sîstem û desthilata heyî tenê li ser xwînê ew jî xwîna zarokên hejar û feqîr xwe li ser lingan û desthilatê dihêle. Divê hûn vê yekê bizanin, zarokên we ne ji bo welat, ji bo desthilatê tên kuştin. Bi salane bi navê ‘welat, milet’ zarokên we li çol û çiyan dide kuştin. Binêrin rojekê cenazeyê leşkerek çûye ber derê mala wezîrek, birokratek, dewlemendekê. Kesê heta niha nedîtiye, nabîne jî. Ên tên kuştin û qûrbanî tev zarokên feqîr û malbatên hejar in. Divê ev rastî êdî bê zanîn. Şer ne şerê zarokên we û gerîlayan e. Gerîla ji bo azadiyê ji bo mafê gelê kurd û Tirkiyeyê şer dike. Ev sîstem ji bo bijî, zarokên we dide kuştin.

Çima rojekê hûn li zarokên xwe napirsin? Çima li wan çiya tên kuştin? Eger ku ji bo welat be, çima krîz û kaos dawî nabe? Çima weke mirovan hûn najîn? Sedemê vê tev sîstema mêtinger a desthilata ya ku zarokên we ji bo xwe didin kuştin e.

Zarokên we tên kuştin, hûn digirîn û şîn dikin. Ew çima şîn nakin, nagirîn. Zarokên we tên kuştin, hûn bêmal û birçîne. Çima ew xwedî qesir û mal in? Zarokên we tên kuştin. Zarokên wan saxin û li otelên 5 stêrk kêf û sefayê dikin. Zarokên we tên kuştin, neviyê we sêwî dibin. Ew, zarok û neviyên xwe bi hev re dijîn. Gelo ev qet bi bîra we nayê. Hûn vê çima lêpirsîn nakin. Welat li ser milê zarokên we feqîran tenê ye? Baş e ku hûn berdêl didin, heqê berdêla we, xwîna zarokên we feqîrî û perîşanî ye? Na divê ne ev be. Ji bo wê xwedî li zarokên xwe derkevin û rê nedin biçin şer. Gotinê ji bo ‘welat, man û nemanê, alê’ şer dikin, tev vala ne. Ev yek ne rast e. Çima zarokên xwe naşînin? Li ser xwîna zarokên we dijîn, dibêjin; ‘em serbilind in’ baş e, madem serbilindî dibîne ji bo xwe, çima zarokek wan heta niha nehatine kuştin û xwe pê serbilind nakin. Ji vê bizanin ku ev yek ne rast e.

Ên vî şerî bide sekinandin û vê qedera derewîn ku ji bo zarokên we hat danîn dawî bike hûn dayik in. Dengê xwe derxin û li ber vê rabin. Li şûna li ber deriyê HDP’ê li zarokên xwe bigerin, biçin li ber deriyê koşka Erdogan bipirsin. Şûna şînê bigirin, biçin hesab ji rejîma faşîst a Erdogan bixwazin ku zarokên we ji bo xwe didin kuştin. A rast ev e. Ji derveyî vê ya bê kirin wê tiştek din bi xwe re neîne.

Hûn vê yekê nekin, wê hê gelek din zarokên we li çiyan û ji bo berjewendiyên rejîma faşîst bên kuştin. Rabin dengê xwe li ber vê bilind bikin. Hûn bilind nekin, wê tim zarokên we bibin qûrbanî, krîz û kaosên rû didin jî herî zerermend hûn bin. Zarokên xwe ne ji bo sefa û desthilatê bidin kuştin, ji bo siberoja zarokên xwe dengê xwe bilind bikin. Bi kuştinê çareserî nabe. Şerê tê kirin ne şerê zarokên we ye. Di vî şerî de zarokên we ser nakevin. Li pêşberî vîn û qûdreta wan çiyayan wê bi ser nekeve.

Ji ber xwediyê wan çiya û axê heye. Parêzvanên wê axê heye, wê rê nede ku kes destdirêjî bike. Wê di oxira wê de canê xwe bide. Ew ji bo parastina ax û rûmeta xwe şer dikin, lê zarokên we ji bo desthilatê şer dikin. Fermandarên wan, wan bera şer dibin û didin kuştin.

Derûniya zarokên we li şer têk diçin, dema vedigerin hevjîn û zarokên xwe dikujin. Wê derûniya şer ranake. Divê dayik zarokên xwe wiha neke qûrbanê sîstem û desthilatê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar