Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikên li Bakirkoyê bi lêdanê hatin binçavkirin

Dayikên ku ji bo balê bikişînin ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê li ber Girtîgeha Bakirkoyê li hev civiyan, bûn hedefa êrîşa polîsan. Gelek dayik bi lêdanê hatin binçavkirin

Polîsên tirk dîsa êrîş birin ser dayikên ku dixwestin li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê çalakiya nobetê bigirin. Di çalakiyê de ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandin ser grevên birçîbûnê, dema ku dayik ber bi girtîgehê ve xwestin bimeşin polîsên tirk teror li ser dayikan kirin. Polîsên tirk êrîşî dayikian kir, derb li dayikan dan û ew binçav kirin. Her wiha parlamenter û parêzerên ku xwe dane ber dayikan jî derb xwarin. Dayikek ji hiş çû û kete erdê. Girseya ku destek dida dayikan hate dûrixstin, wekîlên HDP’ê Huda Kaya û Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo êrîşa li ser dayikan şermezar bikin dest bi çalakiyan rûniştinê kirin.

Ji dayikan ditirsin

Kaya êrîşa li ser dayikan şermezar kir, greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi bîr xist û wiha got: “Îro me careke din dît ku desthilata Qesrê ji dayikê me ditirse. Me dîsa dît ku çawa bi tirs û hêrseke mezin êrîşê tînin ser dayikên me yên  laçik spî.” Kaya bi berdewamî got ku ew dixwazin rê lê were vekrin da ku dawî li rojiya mirinê û greva birçîbûnê were.

Koçyîgît: desthilata rizî

Hevberdevka HDK’ê û parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî êrîşa li ser dayikan şermezar kir û wiha got: ”Îro tişta ku li vir dibe nîşana  rizîbûnê, nehqiyê, nehiqûqiya desthilatdariyekê ye.”

Koçyîgît got ku li girtîgehan zaroyên dayikan hene, her kêlî dihelin û tu kes nikare li bara vê rewşê bêdeng bimîne û bisekine. Koçyîgît wiha got: ”Em derbên ku li dayikan hatine xistin careke din şermezar dikin. Tişta ku li vir hate kirin li ber çavan e. Divê daxwaz werin bicihanîn. Daxwaze zelal in. Daxwaz ew e ku rêzdar Ocalan parêzerên xwe bibîne. Mirov ji bo vê di greva birçîbûnê de ne. Ma dikarin ji me bixwazin ku li bara rojiya mirinê em xwe nebihistî bikin? Dayik li vir dixwazin dengê xwe bigihînin hikûmetê. Dixwazin pêşî li mirina zarokên xwe bigirin. ” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar