Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayikên li Mexmûrê: Heta ambargo were rakirin em li vir in!

Dayikên li Mexmûrê li hemberî ambargoyê 4 roj in di çalakiya rûniştinê de ne. Dayikan bertek nîşanî PDK’ê dan û diyar kirin ku heta ew encamê bigirin dê çalakiyên xwe bidomînin

Bi êrîşên dewleta tirk ên dawî ku di 27’ê gulanê de li ser Herêma Parastinê yên Medyayê, Xakûrkê û Biradostê dest pê kir re PDK’ê jî li gel dewleta tirk cihê xwe girt û tevli vê hewildana dagirkeriyê bû. PDK’ê lig elek deveran parstina leşkerên tirk ên li ser xaka Başûr kir û li gelek deveran, cihên herî stratejîk pêşmergeyên xwe vekişan û cih da leşkerên tirk. Dewleta tirk a ku hebûna PKK’ê ji bo xwe dike hincet û êrîşên xwe yên li ser xaka başûrê Kurdistanê pêk tîne ji vê yekê armanc dike ku hemû Başûr têxe bin serweriya xwe û dagir bike. Hikumeta PDK’ê jî li gorî ev hewildan û daxwazên dewleta tirk tev diger e.

Di 17’ê tîrmehê de li restoranteke Hewlerê li dijî endamên MÎT’a tirk êrîşek pêk hatibû û li ser vê êrîşê MÎT û Asayîşa PDK’ê ketibûn nêçîra kurdên li Wargeha Mexmûrê dijîn û bidehan welatî binçav kiribûn. Di heman demê de li ser daxwaza dewleta tirk bi awayekî hemwext Wargeha Mexmûrê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hat dorpêçkirin û destûr nehat dayîn ku kes ji wargehê derbikeve. Ji wê rojê ve ye ambargoyeke li ser Mexmûrê tê meşandin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku vê ambargoyê de du zarok di zikê diya xwe de jiyana xwe ji dest dan. Li dijî vê helwesta PDK’ê nerazîbûn her ku diçe zêde dibin.

Ji bo rakirina ambargoya li ser Wargeha Şehîd Rurstem Cûdî (Mexmûr), Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li benda kontrolê ya asayîşa PDK’ê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Çalakî di roja 4’emîn de didome. Ambargoya ku ji aliyê PDK’ê ve tê kirin jî 50 roj li pey xwe hişt.

Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo ambargo were rakirin 4 roj berê xwestin biçin Hewlêrê û bi rayedarên PDK û hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê bicivin. Lê pêşmergeyên PDK’ê heqaret li dayikan kirin û êrîşî wan kir. Asayîşa PDK’ê têketina bajêr qedexe kir, li ser vê qedexekirinê dayikan jî dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikên Aştiyê ji ANF’ê re axivîn û nerazîbûnên xwe li dijî PDK’ê anîn ziman.

Destûrê nadin nexweş biçin nexweşxanê

Yek ji Dayika Aştiyê Meryem Kara ya ku di çalakiya rûniştinê de ye, nerazîbûn nîşanî PDK’ê da û ev tişt anî ziman: “Dev ji vê helwesta xwe berdin, ambargoya li ser bi hezaran mirovan rakin. Kurd hemû yek in, ji xeynî me tu kesî me tune. Ji bo mirovahî û azadiyê bixebitin. Vê ambargoyê rakin. Asayîş nexweşên me bi paş ve vedigerîne û nahêle ku ew tedawî bibin. Nexweşên penceşerê ji bo tedawiyê tên lê asayîş wan vedigerîne. Nexweşên me yên ameliyat bûne, asayîş wan bi paş ve vedigerîne. Li kampê derman nemaye, destûrê nadin ku derman ji kampê re were şandin.”

Dev ji çalakiya xwe bernadin

Dayika Aştiyê ya bi navê Şerbet Salih Wan a çalakger jî bertekên xwe yên li dijî vê ambargoya PDK’ê anî ziman û wiha got: “Em ji rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê dixwazin ku bila dev ji vê ambargoyê berdin. Em ji bo vî tiştî li vir in û heta ku em encamê bigirin em ê dev ji vir bernedin. Em Dayikên Aştiyê ne. Em nehatine bi tu kesî re şer bikin. Em hatine ji bo aştiyê têbikoşin. Ev der Kurdistan e û em hatine li vê derê bijîn. Ev dayik çima li vir in, tew nafikirin jî.”

Nabe ku rêya dayikan were birîn

Hevşaredara Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Leyla Arzû Îlhan jî diyar kir ku heta ambargo bi dawî nebe dê çalakiya xwe neqedînin. Îlhan nerazîbûn nîşanî helwesta PDK’ê da û ev tişt bi lêv kir: “50 roj in deriyê Hewlêrê li ser me hatiye girtin. Me xwest em bi rêveber û rayedaran re bicivin lê Asayîşê nehişt ku em têkevin Hewlêrê û rêya me birî. Ji ber vî tiştî me li ber Asayîşê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Armanca me rakirina ambargoyê ye. Em dixwazin ev ambargo were rakirin. Heta ku vê helwesta dijminane ya li hemberî me bi dawî nebe, em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Tekane têkoşîna kampa me yekîtiya neteweyî ya gelê kurd e. Me ji bo vî tiştî jiyana xwe feda kiriye. Niha jî pêşiya dayikan tê birîn. Ev dayik tekane armanca wan têkoşîna Kurdistanê ye. Nabe ku rêya dayikan were birîn. Divê were zanîn heta ku em bi rayedar û rêveberan re rûnenên û ev ambargo neyê rakirin, em ê ji vir neçin.”HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar