Girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de bi rêya malbatên xwe peyam dan. Girtiyan da zanîn ku her çiqas rewşa wan a tenduristiyê nebaş be jî, moral û motîvasyona wan bilind e. Girtiyan bang li ciwanan kir wiha got: “Di rojeke ku dayikên me rastî êrîşan tên, dem ne dema rûniştinê ye. Dem dema berxwedanê ye.”
Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Her wiha 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî di çalakiya rojiya mirinê de ne. Girtiyên di greva birçîbûnê de bi rêya malbatên xwe peyaman didin û israra xwe ya di berxwedanê de tînin ziman.
Girtiyê bi navê Davut Ozer di sala 2009’an de li Edeneyê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin. Ozer ku ji 2 dozên cuda hate darizandin, bi giştî 24 sal û 5 cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ozer di serî de şandin Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê û piştre jî şandin Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê. Ozer li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî 144 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Têkildarî mijarê dayika Ozer, Zekiye Ozer axivî.
‘Daxwazên wan daxwazên me ne’
Dayika Zekiye ji bo xwedîderketina li çalakiya girtiyan û bal kişandina ser rewşa girtiyan her roj li gel dayikên din dadikeve qadan. Dayika Zekiye got ku herî dawî di 12’ê gulanê de çûye hevdîtina kurê xwe. Dayika Zekiye ev agahî dan: “Girtî pir zeîf bûne û xwîn vedireşin. Nikarin ava şêrîn û şor vexwîn. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin wan. Daxwazên wan daxwazên me ne. Divê hemû dayik xwedî li vê berxwedanê derkevin. Kurê min di hevdîtinê de got ku heta tecrîd bi dawî nebe dê heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî li ber xwe bidin. Tenduristiya girtiyan nebaşe lê moralê wan di cih de ye. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û mirin çênebin.”
‘Moral û motîvasyona me baş e’
Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Ahmetcan Bahadir e. Bahadir li Girtîgeha Tîpa T-3 ya Tarsûsê tê girtin û ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Bahadir bi rêya malbata xwe peyamek parve kir. Peyama Bahadir wiha ye: “Morol û motîvasyona me baş e lê tenduristî baş nîne. Ez û 19 heval di 1’ê adarê de ketin greva birçîbûnê de. Hin hevalên min xwîn vedireşin. Tenduristiya Ercan û Mahmut nebaş e. Her tim tansiyona wan dadikeve û bêhal û serê wan gêj dibe.”
‘Dayikên me rastî zilmê tên’
Di dawiyê de jî Bahadir wiha got: “Em bang li hemû kesên muxalîf û demokrat dikin ku li dora dayikan bibin yek û hêzê bidin wan. Li vir tişta me dikuje bêdengî ye. Divê her kes guh bide wijdana xwe û dengê xwe bilind bikin. Em êrîşa li dijî dayikan şermezar dikin. Divê hevalên me yên ciwan rabin ser pêyan. Dayikên me rastî zilma polîsan tên û roj ne roja rûniştinê ye. Roj roja berxwedanê ye. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî dibe, em ê li ber xwe bidin û dev ji vê dozê bernedin.” MÊRSÎN-EDENE