Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayikên Mexmûrê berxwedana li ber Deriyê Sêmalkayê silav kirin

Dayikên Wargeha Mexmûrê çalakiya konvedanê li ber Deriyê Sêmalkayê silav kirin û bang li malbatên şehîdan kirin da ku li dijî xiyaneta PDK’ê dakevin qadan û xwedî li çalakiya Sêmalkayê derbikevin

Çalakiya konê xwepêşandanê yê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve li deriyê Sêmalka tê birêxistinkirin, ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûne, di roja 25’an de didome.

Têkildarî vê mijarê dayikên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) axivîn û bertek nîşanî îxaneta PDK’ê dan.

Dayika bi navê Cemîla Kara di destpêka axaftina xwe de berxwedana çalakgerên li ser sînor silav kir û bal kişand li ser êrîşa ku ji aliyê PDK’ê ve li ser hêzên gerîla pêk hatî û wiha got: “Gelek zarokên me yên gerîla ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine şehîdkirin, gelo ev îxaneta PDK’ê çima heye û çima em bêdeng in? Her roja ku diçe PDK êrîşî zarokên me dike lê heta niha jî zarokên me yên gerîla tu êrîş nebiriye ser hêzên PDK’ê. Ji bo me bûyerekî pir giran e, çawa dibe gerîla ji aliyê PDK’ê ve bên şehîdkirin? Kurd çawa dikare îxanetê li hevdû bike? Ev kiryar tenê di berjewendiyên dewleta hov a tirk de ye.”

Dayik Cemîle bang li PDK’ê kir ku demildest dev jê îxanetê berde û cenazeyên gerîlayan radestî malbatan bike û bang li gel kir ku xwedî li berxwedana gerîlayan derkevin.

Berxwedana rûmetê

Dayik Besê Bûdak jî çalakiya li ber deriye Sêmalkayê wek berxwedana rûmetê binav kir û ev tişt anî ziman: “Divê demildest PDK cenazeyên zarokên me radestî malbatan bikin. Ev ne tu nêzikatî ne û tu caran ji dîrokê nayê winda kirin. Yên van kiryaran dikin ne hemû pêşmerge ne, hemû hêzên Roj û Gulan in. Ev hêz jî hemû çete ne. Ji bo wê divê pêşmergeyên qedîm yên xwedî şeref û rûmet van êrîşên PDK’ê qebûl nekin.”

Dayik Besê qala hêzên Roj û Gulan kir û da zanîn ku ev hêz hemû çete û dizin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şermekî mezin e ku pêşmerge xwe bêdeng dikin. Çi bibe bila bibe, em bi gelê xwe yên Başûr re ne. Ji bo wê em wek dayikên Mexmûrê bang li gelê me yên Başûr dikin, werin em bi hevre pêşiya îxanetê bigirin. Divê demildest cenaze radestî malbatan bê kirin. Îro gerîla be sibe pêşmerge ne. Êdî bes e ji dagirkerî û îxanetê re.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar