Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayikên rastî êrîşê hatin: Ji ber ku em bi tenê ne polîs êrîşî me dikin

Polîsên dewleta tirk duh li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê dayikên temen mezin ên ku ji bo balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe çalakiya rûniştinê pêk di anî dehf dan û ev dîmen li ser medyaya civakî rastî bertekên tund hat. Dayikan destnîşan kir ku ji ber ku bi tenê ne, polîs êrîş dikin

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di vê çarçoveyê de çalakiya koma yekemîn a girtiyan 126 roj li pey xwe hişt. Ji bo piştgiriya bi çalakiya zarokên xwe re û balê bikişînin ser rewşa wan, dayikên girtiyan ji 9’ê nîsanê ve li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin.

Di vê çarçoveyê de dayikan duh li ber deriyê Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Lê polîsan êrîşî dayikan kir. Polîsan bi jopan bi awayekî dijwar û tund dayik dehf dan û bêrêziyeke mezin li dayikan kir. Dîmenên dema heqaret û dehfdanê li ser medyaya civakî jî hatin parve kirin. Di dîmen de dema ku dayikên temen mezin ji cihê çalakiyê tên dûrxistin, hejmareke zêde ya polîsan li pey dayikan tên û polîsekî bi cilên sivîl jî bi jopan li dayikan dixe û dehf dide. Dayikên ku ji ber temenê xwe nikarin bimeşin, bi darê zorê tên meşandin.

Ji derdorên cuda bertek

Li ser medyaya civakî jî ev dîmen hate parvekirin. Li hemberî vê yekê ji siyasetmedaran heta gelek derdorên cuda bertekên tund hatin nîşandan. Bi hezaran kesî bi taga ‘#AnnelerDirenişte’ û mijara ‘Gebze Cezaevi’ bertek nîşan dan û ev tag û mijar di rojeva twîtterê de cihê xwe girt. Piştî bertek zêde bûn Walîtiya Kocaeliyê ku ji 9’ê nîsanê heta niha li dijî heman kiryaran dengê xwe nedikir, neçar ma ku daxuyanî bide. Walîtiyê diyar kir ku polîs erk û armanca xwe derbas kiriye. Walîtiyê anî ziman ku der barê polîs de lêpirsîna ewlehiyê daye destpêkirin.

‘Em rojane rastî vê nêzikatiyê tên’

Têkildarî mijarê dayik ji Ozguruz Radyoyê re axivîn û diyar kirin ku ev pêkanînên li dijî wan ne tenê duh, her roj tên kirin. Dayikan destnîşan kir ku ger li wir bi tenê nebûna, rastî kiryareke wiha nedihatin û diyar kirin ku çi dibe bila bibe dê çalakiya xwe berdewam bikin. Malbat îro jî dê bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê saet di 12.00’an de li pêş girtîgehê kom bibin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar