Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikên Şemiyê aqûbeta Can û Kaya pirsîn

Navenda Nûçeyan |

Dayikên Şemiyê di hefteya 781’emîn de jî çalakiya xwe li dar xist. Li Amed û Êlihê ji ber vîrûsa koronayê şaxên ÎHD’ê û xizmên windayan çalakiyên xwe heftane betal kirin.

Di vê çarçoveyê de Dayikên Şemiyê ji bo dîtina xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine windakirin û cezakirina faîlên wan, di vê hefteyê de jî xwestin li Qada Galatasaray a Stenbolê çalakiyê li dar bixin. Lê çalakî ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Ji ber vê yekê jî dayikan çalakiya xwe dîsa li kuçeya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di bin dorpêça polîsan de li dar xistin.

Di çalakiyê de malbatan tîşortên wêneyên windayan li ser wan li xwe kirin û qurnefîl hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta parêzer Metîn Can û bijîşk Hasan Kaya ku di sala 1993’yan de li Xarpêtê hatibûn qetilkirin, hate pirsîn. Endamê Komîsyona Windayên di bin Binçavan de ya ÎHD’ê Sebla Arcan daxuyanî xwend. Arcan got ku windakirina di bin çavan de sûc e û binpêkirina mafê mirovan e.

Çîroka Can û Kaya vegot

Piştre jî Arcan çîroka parêzer Metîn Can û bijîşk Hasan Kaya got. Arcan wiha domand: “Can û Kaya di salên 1990’î de li Xarpêtê bi hev re têkoşîna mafê mirovan dan. Ji ber têkoşîna xwe her tim gefa kuştinê lê dihat xwarin. Di sala 1993’yan de jî her du bi hev re hatin kuştin. Canezeyê wan li nêzî qereqola cendirmeyan hatin dîtin.”

Arcan di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku ji ber vîrûsa koronayê, hefteya tê dê çalakiya xwe bi awayekî remzî li dar bixin.

Li Amed û Êlihê çalakî nehatin lidarxistin

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan jî ji ber vîrûsa koronayê çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ pêk neanî. Tevî betalkirina çalakiyê hat ragihandin jî polîs hatin ber avahiya ÎHD’ê û demek dirêj sekinînin.  Komîsyona Windayan a ÎHD’ê têkildarî hefteya 579’î a çalakiyê daxuyaniyek nivîskî belav kir û bi boneya 14’ê Adarê Cejna Tibê ya Cîhanê li aqûbeta bijîşk û xebatkarên tenduristiyê di salên 1990’î de bi darê zorê hatin revandin û windakirin pirsî. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku winda werin dîtin û kujer bên darizandin.

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî çalakiya xwe ji ber vîrûsê betal kiribû û bi vê mebestê daxuyaniya nivîskî belav kir û hat destnîşankirin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar