Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Ocak pirsîn

Navenda Nûçeyan |

Dayikên Şemiyê ji bo dîtin xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Dayiken Şemiyê di hefteya 790’an de dîsa ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) çalakiya xwe li ser medyaya civakî berdewam kir. Vê hefteyê ji bo Hasan Ocak ê di 21’ê adara 1995’an de hatiye windakirin û cenazeyê wî di nava goristana bêkesan de hatibû dîtin edalet xwestin.

Dayika Hasan Ocak, Emîne Ocak diyar kir ku 25 salin ji bo kurê xwe li edaletê digere û wiha got: “Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Em dixwazin gorên her kesî bên dîtin.” Birayê Ocak, Huseyin Ocak jî bang li rayedarên dewletê kir û xwest ku kujeran neparêzin û wiha domand: “Rastiya xwe qebûl bikin. Hesap ji paşeroja xwe bipirsin û hesap bidin. Civakên ku hesap ji kiryarên xwe dipirsin û hesap didin azad û di nava aştiyê de dijîn.”

‘Hewl didin Hasan Ocak weke sûcdar nîşan bidin’

Der barê mijarê de xwişka Ocak, Masîde Ocak jî ev tişt anî ziman: “Waliyê Stenbolê Hayrî Kozakçioglu, belgeyên di destê xwe de nîşan dan û got; ‘Kurê we ji bo dewletê kesê lêgerîna wî heye.’ Ev agahî piştre bi midûrê polîsan ê Stenbolê û wezîrê karên hundir Nahît Menteşe re hate parvekirin. 25 sal in kujerê ku Hasan binçav kirin û kuştin tên parastin. Dixwazin Hasan wekî sûcdar nîşan bidin.”

Serpêhatiya Ocak

Vê hefteyê xwarziya Hasan Ocak, Dîlcan Acer daxuyanî xwend û serpêhatiya xalê xwe vegot. Acar wiha got: “Di 21’ê adara sala 1995’an de li navçeya Avcilar a Stenbolê li dayika xwe geriya û gotibû; ‘Ez ê ji bo şîva êvarî masiyan bînim.’ Lê ne wê şevê û ne jî careke din êdî nehat. Şahidan diyar kirin ku Hasan Ocak birine Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Malbata Ocak serî li gelek cihî dan. Lê encam negirtin. Neaşê Hasan Ocak piştî 58 rojan li Goristana Bêkasan a Altinşehîrê hate dîtin. Bi îşkenceyê hatibû kuştin. DMME’yê Tirkiye sûcdar kir. Lê dozger hêj tenê bi nivîsan lêpirsînê berdewam dikin. Em Edaletê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar