Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman û Gul pirsîn

Ji bo dîtina xizmên xwe yên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, Dayiken Şemiyê di hefteya 789’an de jî li ser hesabê xwe ya medyaya civakî çalakî li dar xist. Di vê hefteyê de dayikan aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Zanistên Teknîkê ya Stenbolê Husamettîn Yaman û xwendekarê Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşayê Soner Gul pirsîn.  Daxuyaniya vê hefteyê endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Nûr Surer da.

Di daxuyaniyê de ji ewil dayika rojnameger Ferhat Tepe ku di sala 1993’yan de li Bedlisê hatibû revandin û qetilkirin, Zubeyde Tepe axivî û wiha got: “Dayik bi salan e li windayan digerin. Çima li kujerên zarokên me nagerin. Me dixwest kujer bên dîtin, darizandin û cezakirin. Gelek dayik hene ku hêj hestiyên zarokên wan nehatine dîtin û zarokên wan bêgor in. Dixwazin çalakiyê li me qedexe bikin lê belê em qedexeyan nas nakin. Roja duşemê roja dayikan e. Ji bo dayikan tişta herî xweş ew e ku zarokên wan di aramiyê de bin. Bila dayik negirîn û zarokên wan nemirin. Me jî dixwest ku di vê rojê de zarokên me gurzek gul û çîçek dabûya destê me.”

Tevî îtîrafan jî lêpirsîneke bibandor nehat vekirin

Nûr Surer jî diyar kir ku dê lêgerîna heqîqetê ya ji bo xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Soner Gul ku dosyayên wan bêencam mane bidomînin. Surer bi domdarî jî wiha got: “Polîsê taybet Ayhan Çarkin di îtîrafa xwe ya di 19’ê kanûnê sala 2011’an de diyar kir ku Yaman û Gul piştî hatin binçavkirin, li daristanekî îfadayên wan hatine girtin. Piştî îfadeyên Çakir, malbatan serî li dozgeriyê da û xwest ku dosya careke din bê vekirin. Lê tevî vê jî lêpirsîneke berfireh nehat vekirin û aqûbeta Yaman û Gul di tariyê de hiştin. Faîlên wan hatin parastin. Banga ji bo desthilatdariyê ew e ku êdî rêgezên gerdûnî yên hiqûqê û rûmeta mirovahiyê binpê nekin û berpirsyariya xwe pêk bînin.”

Surer herî dawî jî bal kişand ser Qada Galatasarayê û destnîşan kir ku her çiqas ev 90 hefteye qad li wan hatibe qedexekirin jî ew ê qadan neterikînin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar