Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê aqubeta Yûsûf Eriştî yê di 14’ê gulana 1991’an de li Stenbolê hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên wergirtin pirsîn.

Dayikên/Mirovên Şemiyê her hefte li Qada Galatasarayê ji bo li aqubeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin çalakiyê li dar dixin. Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 990’î ya çalakiya xwe de aqubeta Yûsûf Eriştî yê di 14’ê gulana 1991’an de li Stenbolê hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên wergirtin pirsîn. Endamên ÎHD’ê û gelek parêzvanên mafên mirovan hatin çalakiyê. Çalakvanan wêneyên kesên hatine windakirin hilgirtin.

Metna çalakiya vê hefteyê xwişka Murat Aslan ê ku di 10’ê hezîrana 1994’an de hat windakirin, Fatma Aslan xwend û wiha got: “Dewletek heke sûcên li dijî mirovên di bin parastina wê de ye li gor hiqûqa navneteweyî lêpirsînê neke wê demê ev tê maneya binpêkirina mafên xwegihandina edaletê. Em daxwaz dikin ku lêpirsîneke berfireh û bi bandor bê kirin. Lê belê dewlet şûna vê daxwaza me bîne cih di înkar û bêcezatiyê de israr dike. Desthilat biguhere jî binpêkirina mafê xwegihandina edaletê ya xizmên windayan dewam dike. Em di hefteya 990’î de daxwaza gihaştina edaletê ya malbata Eriştî dikin. Ev 33 sal in heqîqet tê binpêkirin.”

Aslan da zanîn Yusuf Erişti yê li Tokat-Reşadiye ji dayik bûye di serdema 12’ê îlonê de 2 salan li girtîgeh hatiye girtin û got: “Dema ji girtîgehê derdikeve çend caran dikeve bin çavan û îşkence lê tê kirin. Yûsûf Eriştî dema di 14’ê gulana 1991’an de sibeha pêncşemê bi hevalê xwe re diçe hevdîtinê li derdora Belgradkapiyê ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin û polîs wî dibin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê. Parêzer Fethiye Pekşen, ji bo bi Yusufê di bin çavan de ye re hevdîtinê bike serî li DGM’yê dide û destûra hevdîtinê digire. Lê dema diçe Miduriyeta Polîsan nehiştin bi Yusuf re hevdîtinê bike. Li ser vê yekê Pekşen di 29’ê adarê de giliyê polîsan kir. Piştî gilî hat kirin midûriyeta polîsan got, ‘Tu qeydên ku Yusuf Erişti di bin çavan de ye tune ye’. ”

Aslanê da zanîn ku hinek kesên bi heman operasyonê hatine girtin anîne ziman ku Yusuf hatiye binçavkirin û li miduriyeta polîsan îfadeya wî hatiye wergirtin û got: “Kesên bûn şahidên binçavkirina Yusuf diyar kirin ku polîsan gotine, ‘Me binçavkirina qeyd nekiriye ji vir bedena te ya mirî derkeve haya kesî jê çênabe’.  Kesekî jî got îşkenceyeke giran li Yusuf hatiye kirin. Got herî dawî wî dîtiye ku Yusuf xistine komayê û birine hucreya wî. Her wiha xwendekarê zanîngehê yê bi navê (C.Ç.) dema li Taksîmê ji ber tevli 1’ê Gulanê hatibû kirin hatibû binçavkirin polîsan jê re gotibûn em ê te wekî Yûsûf Erîştî bikujin, wê xebera tu kesî jî jê çênebe.”

Aslanê da zanîn kesên Yusuf winda kirin hatin parastin û wiha got: “Bavê Erîştî, Bekîr Erîştî di serî de Serokkomar Turgut Ozal û Serokwezîr Yildirim Akbulut serî li hemû serokên giştî yên partiyan da. Nêzî 30 daxwazname da Walîtiya Stenbolê û Dozgeriya Komarê. Tevî vê jî derbarê bûyerê de tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Kesên Yusuf winda kirin hatin parastin. Çend sal derbas bibe jî em ê dev ji lêgerîna windayên xwe bernedin. Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin.”

Piştre xwişka Yusuf, Sevim Erîştî wiha got: “Bavê min heta nefesa xwe ya dawiyê kurê xwe xwest lê kesê ew neanî.”

Çalakî bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar