Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin

Dayikên Şemiyê di hefteya 1018'an de bal kişandin ser qetilkirina Abdûlmecît Baskin û gotin: "Divê dozên windayan bi demboriyê re rû bi rû nemînin. Divê meqamên edlî bêyî ku bandorên siyasî li ber çavan bigirin, erka xwe ya ji bo pêkanîna edaletê ya di dosyeya Abdulmecît Baskin de pêk bînin."

Dayikên Şemiyê-Mirovên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl-kujer bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin. Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya heftane ya 1018’an li dar xistin. Di çalakiyê de qurnefîlên sor û pankartên wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser qetilkirina Abdûlmecît Baskin ê di bin çavan de hat windakirin û paşê cenazeyê wî hat dîtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê keça winda Fehmî Tosun, Besna Tosun ve hat xwendin.

Tosun diyar kir ku Abdûlmecît Baskin di 30’yê îlona 1993’yan de ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatiye binçavkirin, lê belê piştî înkarkirina ku hatiye binçavkirin, di 3’yê cotmeha 1993’yan de cenazeyê wî hatiye dîtin û got ku lêpirsîna li ser serlêdana malbatê hatiye destpêkirin bi bandor pêk nehatiye. Tosun wiha got: “Piştî bûyerê bi 18 salan di 26’ê adara 2011’an de polîsê tîmê taybet Ayhan Çarkin di îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de diyar kir ku di sala 1993’yan de bi fermana Serokê Daîreya Tîmên Taybet Îbrahîm Şahîn, Abdûlmecît Baskin kirine binçavan. Bi berfirehî diyar kir ku ji aliyê polîs Ziya Bandırmalioglu û Ayhan Akça ve hatiye kuştin. Di qeydên dozgerî û dadgehê de hatiye tomarkirin ku îfadeyên Çarkin ên li dozgerî û dadgehê tam bi danasîna cihê bûyerê re li hev dikin.”

Besna bal kişand ser hûrguliyên dozê û wiha domand: “Di dadgehê de rayedarên payebilind ên cemaweriyê daxuyaniyên berfireh dan û diyar kirin ku kuştina navborî bi agahiya dewletê pêk hatine. Her wiha ji aliyê kê ve, bi çi fermanan û çawa sûc hatine kirin, di qeydên dadgehê de hatine tomarkirin. Lê belê doza ku di raya giştî de weke Doza JÎTEM’a Enqereyê tê binavkirin, di 13’ê kanûna 2019’an de bi beraeta hemû bersûcan bi dawî bû. Malbatan îtîrazê biryara dadgeha herêmî kirin. Di 5’ê nîsana 2021’an de 1’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê biryara beraetê betal kir û dosya ji 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re şand. Di danişîna dawî ya doza ji nû ve hat lidarxistin de ku di 26’ê gulana 2023’yan de hat lidarxistin, tevî biryara betalkirina dadgehê bersûc dîsa hatin beraetkirin. Dadgehê biryara bi hincet di 14’ê îlona 2023’yan de nivîsand, bi rastî li bendê bû ku dema dosyayê bi dawî bibe. Doza ku di pêvajoya darizandina 10 salan de 41 dadger û 8 dozger guherîbûn, bi ketina ber demboriyê re bi dawî bû.”

Tosun di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Di dozên têkildarî sûcê windakirinan de ku dewlet jî di nav de cih digire, divê doz bi demoboriyê re rû bi rû nemîne. Divê meqamên edlî bêyî bandorên siyasî erka xwe ya ji bo pêkanîna edaletê ya di dosyeya Abdulmecît Baskin de pêk bînin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Abdulmecît Baskin û hemû windayan bernedin. Em ê her windayan bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Piştî daxuyaniyê Mirovên Şemiyê qerenfîl danîn qada dorpêçkirî û dawî li çalakiya xwe ya vê hefteyê anîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar