Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şahîn pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îsmaîl Şahîn pirsîn ku beriya 27 salan bi destê hêzên dewleta tirk ve hate 'windakirin'.

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo li aqûbeta wendahiyan bipirsin û kujer werin dîtin û cezakirin di hefteya 930’yemîn de çalakiya xwe heftane online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îsmaîl Şahîn (36) ê li Şaredariya Beyoglûyê wek karkerê paqijiyê dixebitî û 27 sal berê hat windakirin, pirsîn û pêvajoya windakirina wî hat parvekirin. Metna daxuyaniyê xwarziya Hasan Ocak ê windakirî, Dilcan Acer xwend. Hasan Ocak di 21’ê adara 1995’an de ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û windakirin.

Acer da zanîn ku ew di şexsê Îsmaîl Şahîn de ew ji bo hemû windakiriyan edaletê dixwazin û behsa serpêhatiya windakirina Şahîn kir. Acer bi bîr xist ku Şahîn endamê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Giştî (Genel Îş) a girêdayî DÎSK’ê bûye û herî dawî hevalên wî serê sibeha 17’ê çile wî li Cadeya Îstîklalê dîtine. Acer diyar kir ku Îsmaîl Şahîn ji wê rojê ve hatiye windakirin û got: “Piştî bûyerê malbata Şahîn gotiye ku hevalên Şahîn ên kar her tim digiriyan, agahiyên binakokî didan û tirsiyan e ku biaxivin.”

Acer anî ziman ku Şahîn di saeta kar de hatiye windakirin, malbata wî serî li Şaredariya Beyoglûyê daye û wiha got: “Malbatê serlêdana windakirinê li Midûriyeta Polîsan a Beyoglû kiriye. Dozgeriyê xwestiye ku aqûbeta Şahîn bê lêpêrsîn.”

Acer destnîşan kir ku hevjîna Şahîn, Kîraz Şahîn û bavê wî Halîl Şahîn heta roja ku jiyana xwe ji dest dane jî li Îsmaîl Şahîn geriyane, bi rêyên qanûnî jî lêgerîna xwe domandine û wiha axivî: “Lê belê malbat bi tu awayî ji Îsmaîl Şahîn agahî nagire. Bêyî agahiyek jê bigirin hevjîn û bavê wî koça dawî dikin. Lêpirsînek bi bandor nehat birêvebirin. Kujer û berpirsiyariyên windakirinê nehatin dîtin. Heta niha nayê zanîn ku çi hatiye serê Şahîn. Dewlet ji aqûbeta windakiriyan û aşkerekirina kujeran berpirsiyar e. Mafê her malbatê heye ku bi aqûbeta windakiriyê xwe bizanibin. Divê ev windakirin wek sûc bê nasîn. Em di salvegera 27’emîn de carek din Îsmaîl Şahîn bi bîr tînin û daxwaz dikin ku lêpirsînek bi bandor bo dosyeya wî bê destpêkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar