Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

“Dayikên Şemiyê ne dayik in gelo?”

 

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed û Êlihê wekî her hefte vê heefteyê aqûbeta xizmên xwe pirsîn, xwesin winda bên dîtin û kiryar bên cezarkirin. Li Stenbolê jî di çalakiyê de Xizmên Windayan bang li Wezîrê Karên Navxweyî yê duh çû ber avahiya HDP’ê cem malbatan kirin û wiha gotin: “Ji bo dengê Dayikên Şemiyê neyê bihîstin çi ji destê te tê tu dikî. Ev çi nakokiya dijwar e.”

Dayikên Şemiyê di hefteya 755’emîn de li aqûbeta zarokên xwe pirsîn. Dayikan xwestin biçin qada Galatasarayê lê polîsan nehişt. Dayikên Şemiyê li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Dayikên Şemiyê, Xizmên Windayan û parlamenterên HDP û CHP’ê beşdarî çalakiyê bûn.

Vê hefteyê li aqûbeta kesên di 12’ê Îlonê de hatine windakirin pirsîn. Xwişka Hasan Ocak ê di 1995’an de hat windakirin, Masîde Ocak daxuyaniya vê hefteyê xwend û bal kişand ser 12’ê Îlonê û dosyeya doza JÎTEM’ê ya Qoserê.

’12’ê Îlonê îro jî didome’

Ocak bibîr xist ku di ser Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê re 39 sal derbas bûn û darbekar û îşkencekarên 12’ê Îlonê dema mirin bi merasîmên fermî yên dewletê hatin oxirkirin û wan wisa xelatkirin. Ocak da zanîn ku kesên di 12’ê Îlonê de hatin windakirin hêj aqûbeta wan nediyare û di tariyê de didome û wiha got: “Tevî hemû şahid û belgeyan jî ji bo ewladên me edalet pêk nayê. Bi kurtasî ji bo me 12’ê Îlonê 39 sal in didome. Mîrateya 12’ê Îlonê ku bandor li ser bi sed hezaran mirov kir jiyana me ya îro jî jehrî dike. Zîhniyeta 12’ê Îlonê ya hemû daxwazên me înkar dike îro jî didome.”

‘Ev laçik her tiştî vedibêje’

Dayika Şemiyê Ayten Morsumbul a xizmê Huseyîn Morsumbul ê di 12’ê Îlonê de hat windakirin wiha got: “Dayika Fatma 37 sal bênavber qîr dikir û digot Hiseynê min û Hiseynê min. Vê laçika di destê min de de êşa malbatan û hêsirê çavên wan vedibêje û radixîne ber çavan. Min îro Dayika Fatma ji we re aniye. Yê lê binêre wê ji hemû dayikan fêm bike. Yên dayik wê fêm bikin. Yên ne dayik fêm nakin. Dayika Fatma 37 sal bênavber fanoriyê Hiseynê xwe veşart. Digot ‘Dema ez bimirim, min bi vî faroniyî veşêrin.’ Lê kesî ji Dayika Fatma fêm nekir. Kesî ji êşa wê fêm nekir.”

‘Ev çi nakokiya dijwar e’

Birayê Cemîl Kirbayir ê di 12’ê Îlonê de hat windakirin, Mîkaîl Kirbayir behsa 12’ê Îlonê kir. Kirbayir bal kişand ser lêgerîna aqûbeta windayan û wiha got: “Hin kes di îşkenceyan de asteng man. Hin kes bi salan ji azadiya xwe bêpar man. Mafên wan jiyanê yên hin kesan ji destê wan hat girtin û wan winda kirin. Yek ji van jî birayê min Cemîl Kirbayir e. Dayikên Şemiyê ji 1995’an ve li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixistin û aqûbeta zarokên xwe dipirsîn. Di encama têkoşîna hat dayîn de serokwezîrê demê Erdogan bi dayikan re hevdîtin pêk anî. Dayikên me Emîne, Berfo, Zeydan, Elmas çûn hevdîtinê û daxwaza dîtina cenazeyên zarokên xwe kirin. Ji wan re gotin ên wisa dibêjin hûn in? Gotin ji we re Galatasarayî qedexe ye. Niha jî li Amedê hin dayik rûdinên. Li zarokên xwe digerin. Mafê wan xwezayî ne. Li ku rûdinê bila rûnên. Lê hûn kesên êşê bi me didin kişandin dinasin? Wezîrê Karên Navxweyî ji bo desteka malbatan diçe Amedê. Lê heman Wezîrê Karên Navxweyî ji bo dengê Dayikên Şemiyê neyê bihîstin çi ji destê wî tê dike. Ev çi nakokiyên dijwar in. Dayikên Şemiyê ne dayik in gelo? Rengê êşê ne heman e? Ev çi qiyametê hûn bi serê me ve tînin.”

‘Tu zanî empatî bikî?’

Xwişka Hayrettîn Eren ê di 12’ê Îlonê de hat windakirin Îkbal Eren jî wiha got: “12’ê Îlonê mala her kesî xera kir. Dayika Elmas 39 sal çavên wê li rêya kurê wê bû. Lê niha hin kes derketine li ser êşa dayikan dixwazin roja xwe bibin serî. Êşa dayikan dixin pêşbirkê. Divê êşa dayikan nexin pêşbirkê. Hefteyek berê Wezîrê Karên Navxweyî di bernameyek de dibêje ‘empatiyê deynin zarokê we hinek dereng were malê hûnê çi hîs bkin.’ Yaw her hefte em li vir dêjin bi me re empatî deynin. Ev 39 sal in hêj birayê min nehatiye. Cemîl, Nûrettîn û yên din nehatin. Tu zanî empatî bike? Hin kes derketine dayikan ji hev cuda dikin.”

Xizmên Windayan 54 hefte şûnve dîsa li derve ne

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan dihefteya 553’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” piştî 54 hefteyan ku çalakî li derve ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatibû qedexe kirin, li beravahiya ÎHD’ê li derve li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûmtayînî şûna wî hat kirin beşdarî çalakiyê bûn.

Serokê  ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun da zanîn ku bi salane ew ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizan din têdikoşin û dê ev têkoşîna wan bidome. Zeytûn got ku bi zanebûn dosyeya kuştina 22 welatiyan a doza JÎTEM’a Qoserê bêceza hat hiştin. Zeytûn diyar kir ku her ku diçe şer zêdetir dibe û ji bo dayik êşa zarokên xwe nekişînin xwest demildest dawî li polîtîkayên şer were.

‘Ji bo kuştin pêk neyê jiyanek azad’

Hevşaredar Selçûk Mizrakli jî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Rengê hêsirên çavên me hemûyan yek in. Ji bo kuştin pêk neyên û êş neyê kişandin, pêdiviya vî welatî bi wekhevî, edalet, jiyanek azad û siberojek aştiyane heye. Lazime em ji bo aştiyê qeyd û bendên xwe girê bidin.”

Çîroka Mehmet Zafer Demîrkiran hat xwendin

Vê hefteyê çîroka windakirina Mehmet Zafer Demîrkiran ê di 12’ê Îlona 1995’an de binçav kirin û winda kirin û carek din agahî jê nehat girtin hat xwendin. Birayê Demîrkiran, Sabahattîn Demîrkiran behsa windakirina birayê xwe kir.

Dê têkoşîna xwe berdewam bikin

Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 459’an de çalakiya “Bila Winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê ÎHD’ê Mahfuz Akgul daxuyanî da. Akgul destnîşan kir ku heta winda bên dîtin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Akgul got ku kujerên Hatîce Atalay a di 10’ê îlona 1996’an de li navçeya Pîrana Amedê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin dernexistine holê. Akgul got ku kujer bêceza hatine hiştin û tevî hemû zext û qedexeyan jî dê li aqûbeta windayan bipirsin.

 

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar