Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan aqûbeta windakiriyan pirsîn

Navenda Nûçeyan |

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin û darizandina kujerên wan, vê hefteyê jî li ser medyaya civakî daxuyanî dan.

Di vê çarçoveyê de Dayikên Şemiyê di hefteya 788’emîn de li ser hesabê xwe ya medyaya civakî daxuyanî da. Di daxuyaniya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê aqûbeta Zekî Altunbaş ku 39 sal berê hatibû binçavkirin û windakirin pirsî.

Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hate xwendin. Yolerî got ku tevî şewbê jî çalakiya xwe ya ji bo heqîqet û edaletê didomînin û dê li dijî îktîdarê têkoşîna xwe ya azadî û maf bidomînin. Yolerî piştre jî qala Zekî Altunbaş kir. Yolerî diyar kir ku wan Altunbaş ê ku ji hêla darbekarên 12’ê Îlonê ve hatiye windakirin ji bîr nekirine û serpêhatiya wî vegot.

Serpêhatiya Altunbaş û çîroka biêş a malbatê

Yolerî wiha got: “Altunbaş bi îşkenceyê hate darizandin û windakirin. Bavê Altunbaş, Tahsîn Altunbaş serî li her derê da lê serlêdan û hewldanên wî bêencam man. Di 2011’an de Dozgeriya Yalovayê bi îdiaya ‘dem bihûriye’ der barê dosyeya Altunbaş de biryara neşopandinê da. Bavê Altunbaş, ji bo ku bigihije şopa kurê xwe 11 salan bi hêviyeke mezin çi cenazeyên ji Deryaya Marmarayê hatine derxistin, ji bo teşhîsê çûye ser hemûyan. Altunbaş bêyî ku şopa kurê xwe bibîne, di sala 1992’yan de di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Dayika Altunbaş, Cevriye Altunbaş jî di got; ‘Tenê daxwaza min ew e ku bêyî bimirim, çîçekan deynim ser gora lawê xwe.’ Lê beriya mirada wê hasil bibe, di adara 2015’an de rehmet kir.”

Bi domdarî jî Yolerî diyar kir ku daxwaza wan ew e ku berpirsyar ji bo dosyeya Altunbaş û hemû windayên din bikevin nava tevgerê, bûyeran ronî bikin û kujerên wan ceza bikin. Yolerî banga terikandina polîtîkaya bêcezakirinê li dewletê kir.

Xizmên Windayan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan jî di hefteya 586’emîn de bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ li ser medyaya civakî daxuyanî da. Di dauyaniya vê hefteyê de serpêhatiya Nazim Gulmez ê ku di 15’ê cotmeha 1994’an de li Dêrsimê hat binçavkirin û windakirin vegotin. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer li ser medyaya civakî bi ser navê ‘Em ji bo Nazim Gulmez û hemû windakiriyan edaletê dixwazin’ vîdeoyek parve kir.

Acar da zanîn ku Nazim Gulmez  61 salî bû û wiha dom kir: “Li gundê Taşitli yê Xozat a Dêrsimê dijiya. Zewicîbû û bavê 9 zarokan bû. Gulmez karê çandinî û sewalkariyê dikir. Leşkerên girêdayî Fermandariya Qomando ya Boluyê yên di 13’yê cotmaha 1994’an de li herema Alî Bogaziyê dest bi operasyonê kirin, bi ser gundê Taşitli de girtin û tevî keyayê gund, şêniyeke din jî girtin. Ev kes di saetên şevê de hatin berdan.

Di 15’ê cotmaha 1994’an de jî van leşkeran careke din bi ser gund de girt. Li gund lêgerîn kirin û mal şewitandin. Leşkeran ji Gulmez xwestin ku di araziyê de ji bo wan rêberiyê bike. Bi vê hincetê li pêş çavê hemû gundiyan, Gulmez û keyayê gund bi darê zorê birin. Ji wê rojê ve tu agahî ji Gulmez nehatine girtin.

Hemû derî li malbatê hatin girtin

Hevjîna Gulmez, Garîp Gulmez mehek piştre çû ji serdarê Xozatê pirsa aqûbeta hevjînê xwe kir. Lê serdar bersiva, ‘Me ew demekê di destê xwe de hiştin. Dure me ew berdan. Em jî li wî digerin’ da. Gulmez vê carê serî li Serdozgeriya Xozatê da. Serdozgeriyê jî serlêdan red kir. Malbata Gulmez vêcarê jî serî li Serdozgeriya Leşkerî ya Xarpetê da. Lê serdozgeriyê bi tu awayî dosya bi encam nekir û ji malbatê re got; ‘Ji Serdozgeriya DGM’ê ya Meletiyê re bişînin.’ Serdozgeriya Meletiyê jî bi hinceta ku rayeya wî ya darizandinê tuneye, dosyayê careke din dişîne ji Serdozgeriya Komarê ya Xozatê. Malbata Gulmez piştî tu encamê ji hiqûqa hûndirin nagire, bi rêya parêzeran dozê di 26’ê adara 2016’an de dişîne DMME’yê. DMME’ê bi hinceta ku li gorî sînorê dema 6 mehan tevgerîn çênebûye, serlêdana malbata Gulmez red kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar