Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan aqûbeta windayan pirsîn

 

Navenda Nûçeyan |

Ji bo dîtina xizmên xwe yên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, Xizmên Windayan ên Amed û Êlihê û Dayikên Şemiyê îro jî çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de xizmên windayan diyar kirin ku heta ku edalet ronî dibe dê têkoşîna xwe bênavber berdewam bikin.

Di vê çarçoveyê de Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 573’yemîn de çalakiya heftane ya ji bo windayan li ber avahiya ÎHD’ê li dar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew dixwazin kujerên windayan demildest werin dîtin û werin cezakirin. Zeytûn da zanîn ku çalakiya Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê li her deverê hatine qedexekirin û wiha domand: “Em ê li gel malbat û dayikên xwe li her deverê ji bo edalet pêk were, winda werin dîtin û kujer bên darizandin wan aciz bikin.”

Bi domdarî jî Zeytûn polîtîkaya dewleta tirk a ewlekariyê rexne kir û wiha pê de çû: “Li şûna rewşek aştiyane û mafên mirovan werin dabînkirin, polîtîkayên ewlekariyê dixin dewrê. Tirkiye di polîtîkaya ewlekariyê de israr dike. Li şûna van notirvanên rayeya wan zêde kirine, bila notirvanên demokrasiyê hebin.”

Piştî axaftina Zeytûn, endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan çîroka qetilkirina M. Emîn Çelîk ku di sala 1994’an de li navçeya Hezo ya Êlihê hatibû qetilkirin vegot û li aqûbeta wî pirsî. Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.

Çalakiya Êlihê

Li Êlihê jî Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan li avahiya komeleyê di hefteya 479’emîn de li hev kom bûn û çalakiya ji bo aqûbeta windayan li dar xistin. Beşdarên çalakiyê wêneyên windayan hildan. Daxuyaniya vê hefteyê rêvebera ÎHD’ê Gulbahar Kaya xwend û çîroka Tekîn Demîr ê di sala 1996’an de li navçeya Sasonê ya Êlihê di binçavan de hat windakirin vegot. Kaya behsa windakirina Demîr kir û xwest ku aqûbeta wî were aşkerakirin û kujer werin darizandin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.

Çalakiya Dayikên Şemiyê

Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan jî bi heman boneyê di hefteya 775’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dayik ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê dayik derbasî kolana Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê û daxuyanî dan. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê Ahmet Şik, seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglû û nûnerên gelek saziyên sivîl amade bûn. Dayikan li kolanê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Dayikan dîsa wêneyên windayan rakirin û qurnefil xistin destê xwe. Dayikan vê hefteyê aqûbeta serokê HADEP’a Sîlopiyayê Serdar Taniş û sekreterê HADEP’ê Ebubekir Denîz ên hatin binçavkirin û li qereqolê hatin windakirin pirsîn.

Serpêhatiya Taniş û Denîz vegotin

Endama Komîsyona kesên dema destgîrkirî hatin windakirin ya Şaxa ÎHD’ê Sebla Arcan daxuyanî da. Arcan anî ziman ku çalakiyên wan li Qada Galatasarayê tên astengkirin û bi vê yekê re jî mafê wan ê hiqûqî tê binpêkirin. Arcan wiha domand: “Di 25’ê Çileya 2001’an de serokê HADEP’a Sîlopiyayê Serdar Taniş û sekreterê HADEP’a Sîlopiyayê Ebubekir Denîz piştî çûn îfadeyê bidin hatin binçavkirin. Ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin. Ev 19 salin em aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekir Denîz dipirsin. Me em ji bîr nekirine. Serdar Taniş ê 25 salî di sala 2000’an de ji bo avahiya HADEP’ê li Silopiyayê veke hat peyvirdarkirin. Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz ji bo Taniş dest ji partiyê berde gef lê xwarin. Dîsa Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Silopiyayê Suleyman Can gef lê xwarin. Tevî hemû gefan di 3’yê çileya 2001’an de avahiya HADEP’ê vekir. Serdar Taniş bû serokê HADEP’ê yê Silopiyayê. Taniş piştî gef lê hatin kirin serî li hemû nûnerên fermî dan û daxwazname dan. Lê di 25’ê çileya 2001’an de ji bo îfadeya wî bigirin qereqolê bang li Serdar Taniş û sekreterê HADEP’ê yê 27 salî Ebubekir Denîz kir. Taniş û Denîz piştî çûn Qereqola Cendirmeyan a Silopiyayê carek din derneketin.”

Piştî ketin qereqolê êdî jê derneketin

Di berdewamê de jî Arcan ev tişt anî ziman: “Piştî Taniş û Denîz hatin binçavkirin û zextên cemaweriyê zêde bûn, 5 roj şûnde waliyê Şirnexê Huseyîn Başkaya diyar kir ku Taniş û Denîz di 25’ê çileyê de hatine qereqolê û piştî girtek girtine derketine. Piştî zextan walî gotiye ‘Dibe ku HADEP’ê ew revandibin’ û parastina xwe kir. Bavê Taniş Şuayîp Taniş, piştî kurê wî winda bû serî li hemû rayedar û nûnerên dewletê dan. Lê heta niha tu encam bi dest nexistine. Bav Taniş got ku ew birine Fermandariya Cendirmeyan û fermandarê cendirmeyan Levent Ersoz jê re gotiye; ‘Bila kurê te dest ji vî karî berde. An ji bo we baş nabe’ û gef lê xwar. Malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Ji ber ku DMME’yê lêpirsîneke serbixwe nekiriye, em xemgînin.”

‘Sedsal jî derbas bibin ez ê têkoşîna xwe bidomînim’

Kurê Serdar Taniş, Diyar Taniş ê 20 salî jî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Sed sal jî derbas bibin ez bavê xwe ji bîr nakim. Ez ê lêgerîna bavê xwe berdewam bikim û tu carî kiryaran efû nakim. Ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim.”

Piştre nameya Keça Ebûbekîr Denîz, Ceylan Denîz a şandibû cihê çalakiyê hate xwendin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar