Ji bo dîtina kesên ji hêla dewletê ve hatine windakirin û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan ên Amed û Êlihê çalakî li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan serpêhatiya windakirina Ahmet Demîray, Mehmet Siddik Oncu û Abdurrahman Coşkun vegotin. Çalakvanan got ku heta kujer tên darizandin dê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin
Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan ên Amed û Êlihê vê hefteyê jî bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ çalakî li dar xist. Di çalakiyan de qedexeya li ser Qada Galatasarayê, Parka Koşuyoluyê û Parka Gulistanê hate şermezarkirin. Çalakvanan xwest ku bila di zûtirin dem de edalet pêk bê û peyama domandina têkoşînê dan.
Di vê çarçoveyê de di hefteya 744’emîn de jî Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasaray a Stenbolê çalakiya xwe li dar bixin. Dayikên Şemiyê tîşortên ku wêneyên windayan li ser bûn li xwe kirin, wêneyên windayan rakirin û qurnefîl hildan. Lê weke her hefteyê, polîsan vê hefteyê jî çalakî asteng kir û li ser vê yekê jî dayik neçar man ku çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li dar bixin. Kolana çalakiyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin.
Di çalakiya vê hefteyê de seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî li ser navê girseyê daxuyanî xwend. Yolerî got ku bêdengiya li hemberî kesên hatine windakirin, kevneşopiya desthilatdarên Tirkiyeyê ye û ev kevneşopî hê jî didome.
Aqûbeta Demîray pirsî
Piştre jî Yolerî aqûbeta Ahmet Demîray pirsî. Yolerî serpêhatiya Demîray wiha vegot: “Ahmet Demîray bavê 4 zarokane û di 21’ê tîrmeha sala 1994’an de li Seyrantepe ya Amedê hate binçavkirin. Lê tevî hemû serlêdan û lêgerînan jî cenazeyê wî nehate dîtin. Dihat zanîn ku Demîray di bin çavan de ye lê tevî vê yekê birin Licê û qetil kirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo doza Demîray, Tirkiye mehkûm kir. Lê tevî vê yekê jî di hiqûqa hundirîn de lêpirsînek nehatiye vekirin. Vaye 25 sale edalet pêk nehatiye. Divê cihê gora wî bê aşkerakirin. Divê kujerên Demîray bên dîtin û darizandin.”
Tanrikulu name şand
Parêzerê Demîray, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ku li Stenbolê nebû, nameyek şand. Tanrikulu di nameyê de destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan, pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî heye û ev jî bi îradeya siyasî û civakî pêkane. Tanrikulu xwest ku di bin banê meclisê de komîsyonek bê avakirin.
‘Em ne biyaniyên têgehên bêgor û bêkes in’
Birayê Hasan Ocak ê di 1995’an de hatiye windakirin, Alî Ocak jî axivî û destnîşan kir ku ew ji têgehên kesên bêgor û bêkes re ne biyanî ne û Ahmet Demîray û Hasan Ocak di gorên bêkes de hatine veşartin. Ocak da zanîn ku heta kujer tên dîtin û darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Çalakiya li Amedê
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan jî di hefteya 542’yemîn de li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de endamên Xizmên Windayan, cîgirê hevserokên giştî yên ÎHD’ê akademîsyen Kerem Altiparmak, ji sazûmankarên AKP’ê Fatma Unsal Bostan û gelek kes amade bûn. Di çalakiyê de pankarta ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ hatibû vekirin. Her wiha wêneyên kesên hatine windakirin hatibûn vedan.
Divê kujer bên cezakirin
Di çalakiyê de serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku divê hemû kûjer bên darizandin û got ku aştiya civakî bi hevrûbûnê re pêkan e. Pişt re jî Kerem Altiparmak axivî û got ku divê hikûmet dev ji polîtîkaya bêcezakirinê berde. Altiparmak xwest ku hemû kujer bên aşkerakirin û cezakirin. Altiparmak da zanîn ku pirsgirêka kesên hatine windakirin, pirsgirêka hemû civakê ye.
‘Li ser cenazeyê Oncu şopên îşkenceyê hebûn’
Vê hefteyê jî çalakvanan aqûbeta Mehmet Siddik Oncu pirsî. Hat gotin ku Oncu di sala 1993’yan de li gundê Qerqatê yê Çinar a Amedê di encama serdegirtina gund a leşkeran de hate binçavkirin. Her wiha hate ragihandin ku 13 roj piştî binçavkirinê, cenazeyê Oncu hate dîtin û li ser cenazeyê wî şopên îşkenceyê hebûn. Çalakî piştî rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
Li Êlihê aqûbeta windayan pirsîn
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 448’emîn de li avahiya ÎHD’ê aqûbeta kesên hatine windakirin pirsîn. Çalakvanan wêneyên kesên hatine windakirin hildan û pankarta ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ vekirin. Di çalakiyê de gelek kes amade bûn. Di çalakiyê de endamê MYK’ê ya ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner daxuyanî da û destnîşan kir ku heta ku aqûbeta windayan tê aşkerakirin dê têkoşîna xwe dewam bikin.
Tanguner serpêhatiya windakirina Abdurrahman Coşkun vegot. Tanguner destnîşan kir ku Coşkun di 29’ê cotmeha 1995’an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê di serdegirtina malê de ji aliyê JÎTEM’ê ve hate binçavkirin û pişt re jî hate windakirin. Tanguner got ku piştî salên demdirêj, hestiyên Coşkun hatine dîtin. Tanguner xwest ku kujerên Coşkun bên darizandin.
Piştî daxuyaniyê, 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.