PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan aqûbeta zarokên xwe pirsîn

Dayikên Şêmiyê vê hefteyê aqûbeta Mûstafa Yilmaz û Gokhan Turkmen pirsîn. Dayikan xwest ku Tirkiye Peymana Têkildarî Parastina Li Dijî Windakirina Bi Zorê ya NY’yê îmze bike. Li Amedê Xizmên Windayan aqûbeta Ahmet Şahîn û li Êlihê jî aqûbeta Habîp, Mehmet Nûrî, Vedat û Ahmet Fîdanci pirsîn

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan vê hefteyê jî li Stenbol, Amed û Êlihê bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku çi dibe bila bibe heta ku edalet pêk tê dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Di vê çarçoveyê de Dayikên Şemiyê xwestin di hefteya 753’yan de jî li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dîsa polîsan destûr neda. Li ser vê yekê dayik ber bi Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê ve meşiyan û li wir daxuyanî dan. Di çalakiyê de dayikan êlekên ku wêneyên windayan li ser hebûn li xwe kirin, qurnefil xistin destê xwe û aqûbeta windayan pirsîn. Dayikên Şemiyê, 30’ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê bi bîr xistin û xwestin ku Tirkiye Peymana Têkildarî Parastina li Dijî Windakirina Bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze bike.

Aqûbeta Yilmaz û Turkmen pirsîn

Di çalakiya dayikan de parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Mahmut Tanal û parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê dayikan aqûbeta Mûstafa Yilmaz û Gokhan Turkmen ên 6 meh berê li Enqereyê hatin revandin pirsî. Dayikan bi minasebeta 30’ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê, xwestin ku Tirkiye Peymana Têkildarî Parastina li Dijî Windakirina Bi Zorê ya NY’yê îmze bike.

Endama Komîsyona Li Dijî Windahiyên Di Bin Çavan de ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê Sebla Arca xwest ku hikûmet aqûbeta Mûstafa Yilmaz û Gokhan Turkmen ronî bike. Arca got ku peymana NY’yê sûcdaran ceza dike ji ber vê yekê jî Tirkiye ev 9 sal in vê peymanê îmze nake.

‘Çavên dayika Berfo vekirî çûn’

Birayê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir jî bi lêv kir ku ew ji bo ku ji kesên xizmên wan windakirin hesabê bipirsin hatine vir û heta ku heqîqet ronî dibe jî tê têbikoşin. Parlamenter Omer Faruk Gergerlîoglu jî bal kişand ser Mûstafa Yilmaz û Gokhan Turkmen û wiha bi dawî kir: “6 meh berê Mûstafa Yilmaz û Gokhan Turkmen hatin revandin. 6 mehên dawî ye me ev mesele ji wezîrê karên hundir pirsî. Me ji serokomar û wezîran pirsîn. Lê midûriyeta polîsan der barê van kesan de tu lêkolîn nekir. Herî dawî dema mijar hat Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, me ji cîgirê wezîrê karên hundir Salîm Zeybek pirsî. Lê têkildarî ve yekê tu xebat nemaşandin. Xwestin ser van bûyeran veşêrin. Revandina mirovan sûcê herî giran ê mafê mirovan e. Dayikê soz da dayika Berfo lê soza xwe pêk ne anî. Çavên wê vekirî çû. Ev şerm e. Em jî niha dipirsin, Cemîl Kirbayir kanê?”

Çalakiya li Amedê

Xizmên Windayan û rêveber û endamên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê jî di hefteya 551’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kom bûn û çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên ditin û faîl bên darizandin’ hatibû vekirin. Di çalakiyê de parlementerên HDP’ê, hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli jî amade bûn.

‘Çav kor û guh kerr bûne’

Di çalakiyê de Ahmet Turk axivî û diyar kir ku gelê kurd bi salane êşa xwe di dilê xwe de digire. Turk wiha domand: “Yên ku bi kiryarên nediyar dixwazin gelê kurd bitepisînin, bila bizanin ku dê hesaba van faîlan jê were pirsîn. Li cîhanê yên cinayêtên kiryarên nediyar pêk anîn bi hewldanan, bi xebatan yek bi yek derdixînin holê. Lê mixabin li welatê me yên ku bi demokrasiyê ketine rê niha bi şewazeke antî demokratîk vê pevajoyê bi rêve dibin. Her hefte malbat ji bo ku hestiyariyek çê bibe bi hemû hêza xwe di nava hewldanan de ne. Lê çav nabînin, guh kerr in û tiştek ku biguhere tune ye.”

Rêveberê ÎHD’ê yê Amedê Adnan Orhan jî pişt re çîroka Ahmet Şahîn ê di 18’ê adara 1993’yan de li navçeya Hezroyê ya Amedê hatiye windakirin xwend. Orhan anî ziman ku dadgehê di 20’ê nîsana 1993’yan de ji malbatê re nivîseke fermî şandî ye û tê de wiha dibêje: “Ahmet Şahîn di 22’yê adara 1993’yan de tê binçavkirin. Di 27’ê adara 1993’yan serbest hatiye berdan.” Orhan got ji wê rojê ve agahî ji Ahmet Şahîn nayê girtin.

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî di hefteya 457’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe li dar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Sekreterê ÎHD’a Êlihê Fahrettîn Asutay daxuyanî da û çîroka Habîp, Mehmet Nûrî, Vedat û Ahmet Fîdanci yên ji heman malbatê ku di sala 1992’yan de li gundê Weysikana Jorîn a girêdayî Farqîna Amedê ku ji aliyê 13 kesên rûpoşkirî ve hatin kuştin xwend. STENBOL-AMED-ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar