Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikên Şemiyê xwestin faîl bên darizandin

Dayikên Şemiyê di hefteya 819’emîn a çalakiya xwe de, xwestin ku faîlên Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên li Şirnexê di bin çavan de, hatibûn windakirin û dûre cenazeyê wan hatin dîti, bên darizandin

Dayikên Şemiyê, bi armanca winda bên dîtin û faîl bên darizandin, di hefteya 819’emîn de çalakiya xwe, ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Di çalakiyê de hat xwestin ku faîlên Îbrahîm Demîr (36) û Agît Akîpa (39) ên di 12’yê kanûna 1991’an de, li gundê Çûkûlû yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê hatin binçavkirin û dûre cenazeyê wan hatibûn dîtin bên darizandin.

Kurê Îbrahîm Demîr, Metîn Demîr dest pê kê axivî û wiha got: “Ev 29 sal in em li aqûbeta windahiyên xwe digerin. Dema ku bavê min û apê min xwestin bên gund, endamên JÎTEM’ê pêşiya wan girtin û binçav kirin. Di encama lêgerînê de me cenazeyên wan di şikefteke berê de dît. Bavê min bi îşkencê qetil kiribûn. Apê min jî bi çekê. Ji wê rojê û şûnde em li faîlên wan digerin û dixwazin bên darizandin. Lê heya roja îro tu tişt nebû. Em dixwazin faîlên wan bên dîtin. Ger 8 hezar û 19 hefte jî derbas bibin, em ê dîsa li qadan bin û bixwazin bersûcên wan bên darizandin û ceza kirin.”

Qet bavê xwe nedît

Dûre keça Agît Akîpa Sûzan Akîpa mafê axaftinê girt. Akîpa diyar kir ku wê qet bavê xwe nedîtiye û wiha axivî: “Dema ku bavê min qetil kirin, ez nû ji dayik bibûm. Ji ber vê jiyana bi bavê min re çawan bû ez nizanim. Lê têkoşîna dayik min a lêgerîna edalet û hiqûqê her tim hêz da min. Ev jî ji bo min pir bi nirx e.”

Faîl aşkera ne

Kurê Agît Akîpa Fehmî Akîpa jî bal kişan ser qetilkirina bav û apê xwe û wiha axivî: “Bav û apê min bûn qurbanên cînayetên kiryar ne diyar. Lê faîl aşkera ne. Serokkomar, serokwezîr, wezîrê karê hûndir û hemû rayedarên wê demê berpirsê cînayetên van mirovan e. Bi salan derbas bibe jî, wê ew roj ji bîra me neçe. Em ê her tim têkoşîna xwe dewam bikin. Em li benda edaletê ne.”

Divê faîl bên cezakirin

Daxuyaniya çapemeniyê ya hefteya 819’emîn, ji Mirovên Şemiyê Oyku Dîlara Keskîn xwend. Keskîn çîroka Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa vegot û wiha got: “Di lêpirsînên hatin meşandin de tu encam derneket holê. Di dawiya dawî de, dosyeya lêpirsîn bi hinceta dembûriyê, hat girtin.”

Keskîn dest nîşan kir ku divê faîl bên cezakirin û wiha bi dawî kir: “Di 29’emîn salvegera windakirina Demîr û Akîpa de, em carek din bang li desthilatdariyê û meqamên edlî dikin ku erka xwe bi cih bînin. Kesên Demîr û Akîpa binçav kirin, îşkence kirin û dûre qetilkirin, bes biparêzin. Em dixwazin ku hûn wan bi awayekê adîlane ceza bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar