Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikên şervanan: Bila îsal bibe sala azadiya jinê û Kurdistanê

Malbatên şervanan ên taxa Şêxmeqsûd diyar kirin ku ew dixwazin sala 2020’an bibe sala azadiya Ocalan, azadiya jinê û Kurdistanê

Malbatên şervanan ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya sala nû, hêvî û daxwazên xwe anîn ziman. Malbatên ku ji Jinnewsê bi Sara Şêx Hesen re axivîn diyar kirin ku ew dixwazin aramî û aştî li herêmê serwer be û koçber  li warên xwe vegerin.

Der barê mijarê de dayika bi navê Zelîxa Şêx Qember diyar kir ku wan di sala 2019’an de gelek êş kişandin û wiha domand: “Di vê salê de me gelek zarokên xwe oxir kir, kezebên dayikan şewitîn. Ji bo sala nû em hêvî dikin ku ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo û em Serokê xwe di nava xwe de bibînin. Êdî nema zarokên bê sûc werin kuştin. Em dixwazin ku salek xweş û aram bijîn. Ev sal bila bibe sala azadiya jinê û welatê me. Em ê bi îradeya gel welatê xwe ji dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê xilas bikin û gelê koçber li xaka xwe vegerînin. Em soz didin ku dê xwîna zarokên xwe li erdê nahêlin.”

‘Me gelek êş dîtin’

Remzîye Salih jî diyar kir ku li dijî welatê wan her dem êrîş hene û wiha pê de çû: “Ev êrîş hê jî didomin. Me gelek bûyerên bi êş jiyan. Daxwazê me ew e ku bi hatina sala nû re hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destê hev bigirin, dagirkeriya dewleta tirk têk bibin û azad bijîn. Em xwediyên vê axê ne û parastin jî mafê me ye.” HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar