Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

DBP: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e

Hevserokê giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku mijarên wan ên sereke yên kongreyê  dê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 27’ê sibatê de li Enqereyê kongreya giştî  ya 6’an li dar bixe. Kongre dê bi dirûşmeya “Bi Civaka Rêxistinbûyî ber bi Civaka Azad ve” bê lidarxistin. Ji bajarên derdorê û herêmê dê gelek kes tev li kongreyê bibin.

Hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir derbarê kongreyê û nexşerêya partiyê de wiha axivî: “Ji roja hatine  ser kar heta niha tevî hemû zext û zoriyan jî xebatên xwe domandine û di çarçoveya xebatan de bi taybetî li herêmê tu gund, tax, navçe û bajar nehiştine ku neçûnê. Li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê me li Tirkiye û Kurdistanê roleke mezin lîst.”

Keskîn Bayindir da zanîn ku di hevdîtinên gel ên vê dawiyê de biryara ji nû ve rêxistinbûyînê girtine û wiha got: “Kongreya wan jî di vê çarçoveyê de ye, lewma kongre xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Helbet em bi binçavkirin, girtin û sirgûnên vê desthilatê re rû bi rû man. Lê dîsa jî partiya me di warê azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê de bû xwedî pozîsyoneke girîng.”

Îqtîdar her roj tehdeyê li pêş dixe

Bayindir diyar kir ku ji ber îqtidara AKP-MHP’ê û zextên li ser civakê negihaştina hemû armancên xwe û got: “Ev îqtidar her deqe û her roj bo konsepta tahde û şer bi ser gelê me ve diçe. Ev xwerexnekirina me ya herî mezin e. Lê divê em bibêjin ku di warê têkoşîna hevpar de em li Tirkiyeyê tevî hêzên şoreşger û demokrasiyê rêyeke dirêj meşiyan. Armanca me ew e ku em ji vê atmosfera rejîma AKP-MHP’ê xelas bibin û atmosfereke azadîxwaz û demokratîk baifirînin. Ji bo vê jî me sala 2023’yan daniye ber xwe. Armanca me em Tirkiyeyeke bêyî rejîma AKP-MHP’ê, Tirkiyeyeke meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin baifirînin. Ji her wextî bêtir derfetên vê yekê hene.”

Bayindir destnîşan kir ku armancên wan jî girêdayî mijarên wekî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweyî ne û ev tişt anî ziman: “Ev her du mijar ji zû de rojevên me yên sereke ne û Ocalan ji bo demokrasiya walêt û çareserkirina meseleya kurdî aktorekî girîng e. Me di hevdîtinên xwe de dît ku bi fikrên civakê û Birêz Ocalan çi qasî paralelê hev in. Ev fikir tenê ne di nava gelê kurd de, di nava hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê de jî fikreke berbelav e. Em dibêjin, fikra ku li ber vê fikrê rabe dê Tirkiyeyê hîn bêtir ber bi tarîtiyê ve bibe. Helbet meseleya me ye, polîtîkaya vê fikrê siyasî ye.”

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ew doza azadiya fizîkî ya Ocalan dikin û ev jî tê wateya çareserkirina meseleyan e û wiha axivî: “Fikrên Ocalan tenê ne ji bo gelê kurd in. Xwedî perspektîfeke ku dikare hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn çareser bike. Helbet ji bo pêşeroj û azadiya gelê kurd rola Ocalan, roleke bivê nevê ye. Sedema girankirina tecrîda li ser Ocalan a bi destê AKP-MHP’ê jî ev e. AKP, bi vê tecrîdê dixwaze polîtîkaya xwe ya belavkariyê ya li Rojhilata Navîn pêk bîne. Tirkiye îro krîzên li Rojhilata Navîn kûrtir dike û şer û pevçûnan jî gur dike. Ên li pişta vê jî AKP û MHP ne. Lewma azadiya fîzîkî ya Ocalan bivê nevê ye. Em hewl didin fikrên Ocalan û tecrîda li ser wî ragihînin civakê. Em hewl didin Birêz Ocalan azad bibe.”

‘Em ê xurtir bi rêxistin bibin’

Bayindir diyar kir ku mijareke sereke ya li ser disekinin jî yekîtiya neteweyî ya kurd e û dê di pêş de ji bo vê pir bixebitin û wiha got: “Mijara mesafeya di navbera partiyan de nehatiye çareserkirin. Sedema sereke ya vê jî helwesta PDK’ê ya li dijî berjewendiyên gelê kurd e. Lê dê di pêvajoya pêş de di vî warî de bi awayekî dînamîktir tevbigerin.”

Bayindir ji bo xebatên kongreyê jî got: “Xebatên me yên qadê yên pratîk qediyan. Em bi tespîtên pir xurt û dîrokî de ber bi kongreyekê ve diçin. Em ê di kongreyê de peyamên wekî azadiya Ocalan, statu, zimanê zikmakî, çareserkirina mesleya kurdî û azadiyê bidin ku di heman demê de daxwazên gelê me ne. Helbet dê li gel vana ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û têkoşîna hevpar a bi hêzên şoreşger û demokratîk re jî peyamên me hebin. Em ê bi vê kongreyê DBP’ê bi awayekî hîn xurtir bi rêxistin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar