Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di 27’ê sibatê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê Kongreya Asayî ya 6’an li dar bixe. Amadekariyên dawî yên kongreyê bênavber didomin. Ji bo ewlehiya kesên ku dê ji gelek deverên Tirkiyeyê û bajarên herêmê tevli kongreyê bibin komeke ji 150 kesan hatiye avakirin. Gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dawetî kongreyê hatine kirin. Her wiha dê siyasetmedar Ahmet Turk, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî tevli kongreyê bibin. Di kongreyê de dê peyamên siyasetmedarên girtî jî bên xwendin. Dê nameya Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê ya girtî Sebahat Tûncel jî bê xwendin.

Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Şîrîn Altay têkildarî amadekariyên kongreyê de axivî û her kesî vexwand kongreyê.

Altay, ragihand ku dê kongreya wan a ku bi dirûşmeya “Bi Civaka Rêxistinbûyî, ber bi Jiyana Azad ve” bi xwe re pêngav û modeleke nû ya rêxistinbûyînê jî bîne û wê li gor wê rol û rista ku li wan hatiye barkirin bi awayekî bihêz tevbigerin. Altay, diyar kir ku piştî biryara kongreyê hatiye girtin li gelek deveran hevdîtin bi gel re kirine û got: “Piştî biryara ji bo lidarxistina kongreyê hem li qada Tirkiyeyê, hem jî li qada Kurdistanê gelek komîsyonên xwecihî hatin avakirin. Komîsyonên xwecihî li baja rû navçeyan civîn bi gel re kirin. Li gor vê xebat hatin kirin. Li herêmê di ser 100’î re civînên gel hatin çêkirin. Civînên bi delegeleyan re hatin kirin. Awayê kongreyê hat nîqaşkirin. Di hevdtinan de, hêviyeke mezin a gel ji DBP’ê hebû. Rol û rista DBP’ê ya li herêmê girîng e. Daxwazên wekî xurtkirina rêxistinbûyîna DBP’ê gelek bûn. Civak cardin dixwaze bi ruhê welatparêziyê bibe yek.”

Altay, bilêv kir ku dê gavine girîng bavêjin û got: “Piştî kongreyê lêhûrbûneke cidî ya li ser rêxistinbûnê û akademiyan li benda me ye. Em ê tevî gelê xwe di çarçoveya ekolojî, siyaset, civak, jin û ciwanan de xebatên rêxistinê bikin.”

Altay, destnîşan kir ku peyameke girîng kongreyê jî dê têkildarî çareserkirina meseleya kurdî be û got: “DBP, di warê çareseriya demokratîk a ji bo meseleya kurdî xwedî rol û risteke girîng e. Dê di vê kongreyê de jî peyamên di vî warî de bên dayîn.”

Altay di dawiya axaftina xwe de got: “DBP, dê kongreyeke girîng li dar hixe ji bo pêkanîna daxwazên civakê, ciwanan û jinan. Em dixwazin gelê me bi rengên xwe û coşa xwe tevli kongreyê bibe. Ev pêvajoyeke ku dê gelê me xwedî li nasnameya xwe derkeve. Em li benda gelê xwe ne ku bi rengên xwe û coşa xwe tevli kongreyê bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar