Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

DBP kongreya xwe li dar dixe

DBP dê di 3’yê sibatê de Kongreya Asayî ya 5’emîn li dar bixe, ji bo kongreyê bang li her kesî kir

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, dê di 3’yê sibatê de li Eywana Konferansê ya Demîrokê Kongreya Asayî ya 5’emîn li dar bixe.

Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Tevfîk Kaçar têkildarî kongreyê axivî û wiha got: “Em ji bo kongreyê du mehan xebitîn. Em dikarin ji vê re bêjin; serdema nûbûnê. Wê di vê serdema nû de perspektîfên ku hewl dide siyaseta Tirkiyeyê ji xitimandinê xelas bike û pêşengiya siyaseta demokratîk bike û bi kadroyên xwe berpirsiyariyên xwe pêk bîne.” Kaçar diyar kir ku ew li gor daxwaz û têkoşîna gelê kurd tevdigerin û wiha got: “Em ê kongreya xwe bi vê îdiayê li dar bixin. Heta têkoşîna gelê kurd hebe, wê di warê siyasetê de peywira me neqede.” Kaçar da zanîn ku wê kongreya di 3’yê sibatê saet di 10.00’an de li Eywana Demîrokê bê lidarxistin û ji bo vê bang li herkesî kir.

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê Sevîm Adsoy jî destnîşan kir ku ev kongre ji bo wan pir girîng e û wiha got: “Em di pêvajoyeke berxwedanê û çalakiyên greva birçîbûnê re derbas dibin. Her wiha di vê serdemê de zext û zoriyên faşîzma AKP-MHP’ê zêde bûne. DBP, tenê ne partiyeke siyasî ye. Di heman demê de partiyeke bîrdozî ye û perwerdehiyê ye jî.” Adsoy, destnîşan kir ku divê herkes xwedî li berxwedanê derkeve û xurt bike û ji bo kongreyê bang li herkesî kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar