Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

DBP: Me bi meşa xwe careke din nîşan da dê textê desthilatdariyê hilweşînin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) der barê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya HDP’ê ku ji baskên Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve hatibû destpêkirin, daxuyaniyek da. DBP jî weke pêkhateya HDP’ê, di her du baskên meşê de cih girtibû.

Daxuyaniya DBP’ê wiha ye:

“Desthilatdariya ku 18 sal berê bi îdiaya ku dê li hemberî dizî, xizanî û qedexeyan derkevin hatibû ser kar, berevajî van îdiayan dizî, xizanî û qedexe ji xwe re weke karekî rewa dît, rejîma yekkesî ava kir û rêveberiya welat xist bin kontrola xwe. Meşa me ya li dijî vê desthilatdariyê, îro derbasî qonaxeke nû dibe. Meşa me ev hefteyeke didome û bi vê meşê re me xwest ku li dijî faşîzma hewl dide li temamiya welat serwer bibe, pêşî li hemû rêyên siyasetê bigire, aştiyê asteng bike û azadî û mafan binpê bike, bingeha xwenûkirina siyasetê li Tirkiyeyê çêbikin.

Di demekî ku tenê çapemeniya desthilatdariyê li ser kar, dengê muxalefetê hatiye birîn û gel di nava pencên xizaniyê de hatiye xeniqandin de ev meş ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên HDP’ê ye. Ev meş dengekî bilind ê li dijî êrîşên ser muxalefet û gel e. Meşa berxwedanê ye. Di serdemeke kurd tune tên hesibandin, polîtîkayên komkujî û tunekirinê tên meşandin, gel tê fetisandin û bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû tê hiştin de, weke DBP’ê me jî xwest ku ji bo daxwazên azadî û edaletê di vê meşê de cih bigirin.

Meşa me gelek caran ji hêla hêzên desthilatdariyê ve hate astengkirin. Hevalên me rastî êrîşan hatin û hatin binçavkirin. Tevî van êrîşan jî me di meşa xwe de yek gav jî paşve ne avêt. Ji ber ku meşa me li dijî kesên yekperest, desthilatdar û kesên dixwazin pergala faşîzmê ava bikin e. Meşa me li dijî kesên dixwazin dengê gel qut bikin û xizaniyê belav bikin e. Meşa me, meşa kesên di rêya berxwedan û serkeftinê de ne ûmeşa kesên hewl didin ji tarîtiyê derkevin ronahiyê ye. Ev meş, meşa firehkirina enî û bihêzkirina berxwedanê ye.

Bi meşa xwe re me çemên Zê û Merîçê ku tu kesî nekariyê pêşî li serhildêrî û azadiya wan bigire, kirin yek. Em li her devereke vî welatî li dijî cihêkarî û kesên dijberî gelan sekinîn. Me careke din nîşan da ku dê li dijî polîtîkaya pişaftin, zext û komkujiyan bi hev re têbikoşin. Vê meşê careke din nîşanî me da ku dema em bibin yek, em ê bikarin di têkoşîna azadî û demokrasiyê de biser bikevin. Serkeftin dê bi yekitiya gelan û berxwedana gel be. Ji Colemêrgê heta Edîrneyê ji bo ku em vê rastiyê ji gelan re vebêjin, derketin rê. Di vê rêwîtiyê de em bûn şahid ku gelên li ser vê xakê dixwazin di nav aştî û azadiyê de bijîn. Daxwaza gel, ji bo me peywir e.

Meşa me tirsekî mezin xiste dilê desthilatdariya ku bi polîtîkaya cihêkarî, dijminatî û şer re dixwaze pirsgirêkan binixumîne. Me carek din nîşan da ku dê textê wan hilweşînin. Em ê yekitiya li Enqere û Edîrneyê, bi berxwedêriya Colemergê ve bikin yek û ji bo azadî û dadmendiyê jî em ê xwe birêxistintir bikin. Meşa me ya li Enqereyê dê bi dawî nebe. Ev meş ji bo edalet, maf û azadiyan gava yekemîn e. Ji bo ku em ji daxwazên gelan re bêhtir bibin bersiv, piştî vê meşê em ê ji Edîrneyê heta Colemêrgê baştir bixebitin. Li her çar aliyên welat em ê bibin dengê gelan. Ev meş pevgihîna dengan a li heman asîmanan e. Em jî dizanin ku ev deng mizgîniya keyfxweşiya serkeftinê ye. Bi baweriya mizgîniya serkeftinê, em meşa demokrasiyê silav dikin û dibêjin ku em ê bi hev re li hemberî bêdengiyê bibin deng û bi hev re têbikoşin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar