Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

DBP û DEM Parti: Berpirsiyar DEDAŞ e

Hevserokên DBP’ê û DEM Partiyê bi tevî şandeyek girseyî ve serdana şîna qurbaniyên şewatê kirin. Hevserokan da zanîn ku mesûliyeta mezin a şewatê DEDAŞ e û bang kirin ku herêma şewatê wek “Herêma Afetê” bê ragihandin.

Qurbaniyên di şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ku rû dabû de, hatin veşartin. Serdana şîna qurbaniyan tê kirin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên sivîl ku şandeyek girseyî pêk dihat, serdana gundê Kelekê ya bi ser Şemrexê ve ku şîna 10 welatiyan lê hatiye dayîn kirin.

Şandeyê serxweşiyê ji malbatan re xwest. Şandeyê piştî serdana şînê daxuyanî da.

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ewilî axivî û diyar kir ku li vê derê bûyerek mezin û giran qewimî ye. Bayindir bi bîr xist ku gelek mirovan di şewatê de jiyana xwe ji dest dane û got: “Em ê mil bidin milê hev û birînên gelê xwe, malbatên xwe bipêçin. Em hemû qurbaniyên xwe bi bîr tînin û ji hemû birîndaran re şîfayê dixwazin.”

‘Berpirsiyar DEDAŞ e’

Bayindir bi bîr xist ku li Kurdistanê her sal şewat derdikeve û wiha got: “Di vê şewata ku veguherî tofanê DEDAŞ berpirsiyar e. Tevî serlêdanên welatiyan jî DEDAŞ li van gundan dîrekan tamîr nekiriye. Bi her awayî hat îspatkirin. Berpirsiyarê şewatê DEDAŞ e. Em ji kêliya ewil a şewatê ve li vir in. Welatiyên me û me helikopter xwestin, lê helîkopterên vemirandinê neşandin. Saet heta 11’an kesî alîkariya malbatên me nekir. Êşa me giran e, mirov nikare behsa wê bike. Em ê bi saziyên xwe re vê êş û xemê kêm bikin. Înşelah em ê derdê xwe kêm bikin. Em ê bejna xwe li ber van dijminan netewînin. Êşa vî gelî ji nedîtî ve tên û dijminatiyê dikin. Me di medya dîjîtal de dît ku çawa dijminatiya xelkê me dikin. Hindik maye ji bo vê bûyerê li çepikan bidin. Ewqas jî vê dijminatiya xwe mezin kirin. Çi ji destê me were em ê ji bo malbatên xwe bikin.”

‘Bila ev der wek herêma AFAD’ê bê pênasekirin’

Hevsrokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan paşê axivî û bal kişand ser îdiayên cidî yên têkildarî şewatê û xwest ev îdia bên lêkolînkirin. Bakirhan anî ziman ku gelek belge û şahid piştrast dikin ku şewat ji ber kêmasiya DEDAŞ’ê derketiye û got: “Pêwîste ev xemsariya DEDAŞ’ê bi lez û bez were lêkolînkirin. Tevî hişyariyên gelê me jî DEDAŞ xemsar tevgeriyaye. DEDAŞ berpirsiyarê vê şewatê ye. Divê ev der demildest wek herêma afetê bê ragihandin. Pêwîste xesara xelkê were temînkirin.”

Bakirhan da zanîn ku di serî de şaredariyên wan ên Mêrdîn, Amed, Wanê û şaredariyên navçeyan di nava piştevaniyê û alîkariya gundan de ne û wiha got: “Dema ev dewlet du zindiyan jî li gundan û deverên çiya dibîne, bi dehan helîkopteran radike lê mirovên me û ajalên me li vir dimirin kes viya nabîne. Divê ev yek baş bê zanîn; em ê dest ji vê meseleyê bernedin. Em ê birîn û êşa gelê xwe bipêçin.”

Peyama hevgirtina civakî

Herî dawî hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari axivî û wiha got: “Îro em êşa ku li vir dibînin me sala par jî li Mereş, Semsûr û Antakyayê dît. Çawa li wan bajaran xemsar tevgeriyan îro li vir jî xemsar tevdigerin. Ez sersaxiyê ji malbatan û gelê kurd re dixwazim. Ez şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazim. Divê ku herêma şewatê wek herêma afete bê ragihandin. Divê ku mexdûriyeta gel ji holê rakin.”

‘Mesûliyeta pêşî ya DEDAŞ’ê ye’

Hatimogûllari bal kişand ser kêmasiya DEDAŞ’ê û wiha got: “Pêwîste em xeleka civakî ava bikin û vê xem û tofanê aş bikin. Divê em bi ruhê yekgirtî li ber vê pergala ku xelkê me terkî mirinê dike rabin û bi hevkarî vê xemê dikarin kêm bikin. Mesûliyeta pêşî ya DEDAŞ’ê ye.”

Hatimogûllari bang li rêxistinên ekolojiye û meslekî kir û got pêwîste rapora vê yekê bê amadekirin.

Şande piştî daxuyaniyê çû serdana gundên din.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar